Ocalan: Tekane rê diyalog û bidawîbûna tecrîdê ye 2020-02-13 09:39:57 MÊRSÎN - Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan, ji bo rewşa Tirkiyeyê ya li Îdlîbê anî ziman ku ji ber polîtîkaya der barê kurdan de Tirkiye ketiye nav krîzeke wiha û ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî got, demildest divê bi dawî bibe.  Parlementerê HDP'ê yê Rihayê Omer Ocalan, rewşa Tirkiyeyê ya li Îdlîbê nirxand. Ocalan, destnîşan kir ku polîtîkaya Tirkiyeyê ya der barê Sûriyeyê de ji bo tunekirina destkeftiyên kurda ye.    ÎDLÎB AXA SÛRIYEYÊ YE    Ocalan, got: "Tirkiye vê yekê ji bîr dike; Îdlîb axa Sûriyeyê ye. Heta niha Tirkiye terorîst koordîne dikirin. Niha jî muhîmat û eskeran dişîne cihên ku terorîst lê ne. Li wir kurd, tirk, ereb û tirkmen hene. Heta niha Tirkiye li Sûriyeyê xwe nedaye ber çareseriyê. Armanca wê tunekirina destkeftiyên kurda ye. Tenê xemek wê heye ew jî kurd nebin wxedîstatu. Niha jî hesabê van polîtîkayan dide. Wê ev hesab tenê bi van êrîşan nemîne. Wê hîn xirabtir bibe."    ‘TERORÎSTÊN ŞANDINE SÛRIYEYÊ LI ÎDLÎBÊ NE'    Ocalan, anî ziman ku dewletên cîhanê baş dizanin têkiliya Tirkiyeyê bi çeteyên li Îdîbê re heye û ev yek niha berbiçavtir bûye. Ocalan, destnîşan kir ku ji roja şerê li Sûriyeyê dest pê kiriye Tirkiye alîkariya çeteyan dike û got: "Berê jî, serokwezîrê wê demê Ahmet Davûtoglû bi çavê terorîstan li DAIŞ'ê mêze nedikir. Ew terorîstên ku deriyên xwe ji wan re vekirin û wan şandin Sûriyeyê niha li Îdlîbê ne. Ji ber van êrîşan Tirkiye ne bi pêş ve diçe ne jî bi paş ve. Ne dikare wan çeteyan bîne welatê xwe ne jî dikare bihêle li Sûriyeyê bimînin. Niha ji ber wan terorîstan Tirkiye û rejîm pev diçin. Çendî ku Rûsya rasterast van êrîşan aşkere neke jî, lê ew û rejîmê tev de dikin."   TEKANE RÊ: DIYALOG    Ocalan, gotinên Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê PYD'ê Salih Muslîm ku gotibû "êdî wext hatiey ku Tirkiye hesab bide" bibîr xistin û got: "Çûyîna çeteyan, bikaranîna çekên kîmyewî û sûcên bi vî rengî wê sibê dusibe derkevin pêşiya Tirkiyeyê. Ji bo ku Tirkiye ji van tiştan xelas bibe divê vîna gelê kurd esas bigire, bi kurdan re diyalogê bide destpêkirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dawî bike. Ji xwe gava ne ji ber êrîşên Tirkiyeyê bûna wê li Sûriyeyê çareseriyek çê bibûna. Ji xwe hêdî hêdî ber bi çareserkirinê ve diçe. Niha ne kurd ne jî Sûriye li Îdlîbê van terorîstan naxwaze. Wê Tirkiye bi van polîtîkayên xwe êdî tu tiştekî bi ser tiştekî nexe. Wekî Salîh Muslîm jî gotî, êdî wextê hesabdayînê hatiye."    MA / Ergîn Çaglar