35 roj derbas bûn hê jî nehatiye girtin 2020-02-13 09:39:08 MÊRDÎN - Polîs Ercan Ûysaler ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ew kiribû midûrê Şîrketa Anonîm a Kentê, ji ber ku fuhûş li jinekê ferz kiribû 11 sal û ceza lê hatibû birîn. Lê belê 35 roj derbas bûne hê jî nehatiye girtin. Dadgehê biryara xwe aşkere kir û derket holê ku rêveberiya qeyûm ji bo Ûysaler neyê tawanbarkirin nivîsek ji dadgehê re şandiye.  Walî Mûstafa Yaman ku di 19'ê Tebaxa 2019'an de careke din tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê hat kirin, di dema qeyûmtiya xwe ya berê de polîsê bi navê Ercan Ûysaler kiribû midûrê Şîrketa Anonîm a Kentê ya Şaredariyê. Lê belê derketibû holê ku Ûysaler li jineke xebatkar fuhş ferz kiriye. Ji ber vê doz lê hatibû kirin. Dadgeha Cezayê Asliye ya 1'ê ya Mêrdînê 11 sal û 3 meh ceza li Ûysaler birîbû û biryar dabû ku bê girtin.    Piştî dadgehê ceza li Ûysaler birî, vê carê jî biryara xwe aşkere kir. Di biryara dadgehê de derket holê ku rêveberiya qeyûm ji bo Ûysaler neyê tawanbarkirin û ji vê bûyerê safî bike nivîsek ji dadgehê re şandiye.    HÊ JÎ NEHATIYE GIRTIN    Di ser biryara dadgehê re 35 roj derbas bûne lê belê hê jî Ûysaler nehatiye girtin. Çendî ku dadgehê ji bo girtina Ûysaler ji Serdozgeriya Komarê re nivîsandiye jî lê belê hê jî ji hêla dozgeriyê ve ji bo girtina Ûysaler ewraq nehatiye şandin.    MA / Ahmet Kanbal