Girtiyê ku ji dev û pozê wî xwîn tê nayê berdan 2020-02-13 09:38:29 ANTALYA - Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê rewşa girtiyê nexweş û astengdar Devrîm Ayik her diçe xirabtir dibe. Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Îlhan Ongor, diyar kir ku ji dev û pozê Ayik xwîn tê û got: "Ev meseleyeke insanî, wijdanî û ehlaqî ye."   Li gorî daneyên sala 2019'an ên Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) 457 jê giran 3 hezar û 333 girtiyên nexweş hene. Yek ji van girtiyan jî Devrîm Ayik e ku 4 meh berê bi îdiaya "endamtiya rêxistinê" hatiye girtin û di Girtîgeha Tîpa L a Anatalyayê de ye. Ayik, ji sedî 76 astengdar e û nexweşîna CHRON'ê pê re heye. He rdiçe rewşa Ayik xirabtri dibe lê dîsa jî anyê berdan.    Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Parêzer Îlhan Ongor, anî ziman ku şaxên komeleyê yên li bajêr hevdîtin bi Ayik re çê kirine û rewşa wî li cihê cih tespît kirine. Ongor, destnîşan kir ku nexweşîna Ayik, ji devê wî bigiher heta paş wî tesîrê lê dike û got, heta niha Ayik du caran emeliyat bûye û roviyên wî 30 cm hatine jêkirin. Ongor, diyar kir ku ev nexweşîn jiyana girtî dixe xetereyê û got: "Çavekî Ayi nabîne. Rêjeya astengdariya Ayik ji sedî 76 e."    'XWÎN JI DEV, POZ Û PAŞ WÎ TÊ'    Ongur, da zanîn ku Ayik heta 12'ê Cotmeha 2019'an li Nexweşxaneya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Akdenîzê hatiye tedawîkirin, lê belê piştî hatiye binçavkirin û girtin nexweşîna wî careke din tesîr lê kiriye û got: "Ligel paş xwîn ji dev û pozê wî jî tê. Bi alîkariya hevalên xwe radibe ser piya. Gotiye vijikî dibe, divê tiştên bi proteîn bixwe, lê belê di şertên girtîgehê de jî ev yek ne pêkan e. Ragihandiye ku xwarina diyetê ya didin wî xwarina ku didin girtiyan e".    'BÊYÎ KU BÊ TEDAWÎKIRIN EW ANÎNE'    Ongor, anî ziman ku di 16'ê Çileyê de rewşa Ayik nebaş dibe û ji ber vê wî radikin Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê û li vira cendirme mudaxile dikin û nahêlin li nexweşxaneyê bê razandin û wî dîsa dibin girtîgehê. Ongor, got: "Ji bo vê bûyerê nivîsek ji nexweşxaneyê re hatiye nivîsandin. Nexweşxaneyê jî nivîseke ecêb ji komeleya me re şandiye. Gotiye, hemleyên akûtê nehatine tespîtkirin, ji bo tehlîla xwînê xwîn jê hatiey girtin û ew şandine. Lê halbûkî nerihetiye girtî ji ber akûtê ye û ji diviya wî bişandan cihê nexweîna CHRON'ê lê neşandine."    'CIHÊKARÎ'    Ongor, destnîşan kir ku ji bo girtiyên nexweş gelek eks seîr li komeleya wan didin û got, wan ji bo rewşa girtiyên nexweş bi Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan û rayedarên hikûmetê re hevdîtin çê kirine lê belê dîsa jî pirgsirêk nehatiye helkirin. Ongor, diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş ên siyasî cihêkariyek heye û got, mafên wan î tenduristiyê û jiyanê tê binpêkirin.    Her wiha Ongor bi bîr xist ku di sala 2019'an de 50 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane.    Herî dawî Ongur ji bo rewşa girtiyên nexweş bang li Wezareta Dadê kir û got: "Di girtîgehan de hin girtî hene nikarin bi tena serê xwe bijîn. Divê bên berdan û di şert û mercên baş de bên tedawîkirin. Ji bo berdana wan mewzûata xwe ya qanûnî pêk bînin. Ev meseleyeke insanî, wijdanî û ehlaqî ye."   MA / Hamdûllah Kesen