'Pîrozgehên me, çavkaniyên me yên xwezayî ne qadên rantê ne' 2020-02-13 09:10:10 DERSIM - Hevserokê Giştî yê DAD'ê Mûsa Kûlû, ji bo otêla pêncstêrk ku tê xwestin li herêma Çemê Dînarê bê çêkirin got, "Pîrozgehên me, çavkaniyên me yên xwezayî ne qada rantê ne. Em ê van êrîşan qebûl nekin." Walîtiya Dersimê daxuyandibû ku dê li devera Çemê Dînarê ku 3 kîlometreyan dûrî navenda Dersimê ye û çavkaniyên termlaî lê ne, oteleke pêncstêrk bê çêkirin.    Hevserokê Giştî yê Komeleyên Elewiyan ên Demokratîk (DAD) Mûsa Kûlû bertek nîşan da.    ‘KAPÎTALÎZMÊ HER TIŞTÎ WEKÎ RANTÊ DIHESIBÎNE'    Kûlû, bibîr xist ku niha di meha Xizirê de ne û got: "Heger hûn mukemelbûna gerdûnê nebînin û rabin şikil bidinê, hûn ê çerxa gerdûnê xirab bikin."   Kûlû, anî ziman ku pergala kapîtalîzmê bi çavê rant, pere û sermayeyê nêzî her tiştî dibe û got: "Lê belê em wekî heqekî li vê yekê mêze nakin. Baweriya me yekparebûna gerdûnê wekî heq esas digire. Niha li Dersimê çavkaniyeke termalî hatiye dîtin. Lê kapîtalîzm an jî pergal bi helwesta 'ez ê vê yekê çawa veguherînim rantê' nêzî vê dibe. Mesel ji vira dest pê dike. Ji ber ku mirov bi awayekî hovane nêzî cîhanê dibin, ev nêzîkatiya wan dibe sedema tunebûna mirovahiyê. Pere, çavê wan kor kiriye."    ‘ERDNÎGARIYA DERSIMÊ PÎROZ E'    Kûlû, bal kişand ser gotinên Walî Sonel û got: "Nabêjin 'em ê ava termalê ji bo tenduristiyê bi kar bînîn'. Dibêjin em ê otêlan çê bikin, em ê bikin qada turîzmê, em ê pereyan qezenc bikin. Ev ne nêzîkatiyeke insanî ye. Ev bêhurmetiyeke ji bo gerdûnê. Erdnîgariya Dersimê erdnîgariyeke pîroz e. Zîyaretên me, ocaxên me, nîşangehên me ên vê axê ne. Feraseta îqtîdara ku li ser senteza tirk-îslamî hatiye avakirin, tiştên derî xwe hemûyan înkar dike û tune dike. Ziman, çand û nirxan tune dike, dişibîne xwe. Ev proje di heman demê de projeya tunekirina pîrozgehan e. Pîrozgehên me, çavkaniyên me yên xwezayî ne qada rantê ne. Ev xweşikbûna mafekî ne, divê ji bo wê rêz û hurmet hebe."    Kûlû, destnîşan kir ku li dijî rant û sermayeya îqtîdarê divê reflekseke civakiyî ya xurt hebe û got: "Em ê nehêlin çavkaniyên bikin qadên rantê. Em bi tu awayî van êrîşan qebûl nakin."   MA / Ayşe Surme