ROJEVA 13'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-13 09:00:59 * Endamê heyeta Îmraliyê Sirri Sureya Onder, li ser rewşa Rêberê PKK'ê Ocalan a Îmraliyê axivî û got: "Wî tu carî rewşa xwe wekî 'girtî' nenirxandiye. Girtîbûn di lîteraturê de nefikirîn, nelêhûrbûn û neafirandin e. Lê em şahid in ku ew her kêliyê ji bo aştiya herêmê, welat û pêşerojê di nava lêhûrbûn û afirandinekê de ye."  * Hevserokê Giştî yê DAD'ê Mûsa Kûlû, ji bo otêla pêncstêrk ku tê xwestin li herêma Çemê Dînarê bê çêkirin got, "Pîrozgehên me, çavkaniyên me yên xwezayî ne qada rantê ne. Em ê van êrîşan qebûl nekin".    * Pengara Bendava Ilisûyê her diçe bilind dibe û pê re rêya di navbera Heskîf û Geliyê Dîcleyê de jî di bin avê de ma.    * Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê rewşa girtiyê nexweş û astengdar Devrîm Ayik her diçe xirabtir dibe. Hevberdevkê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD'ê Îlhan Ongor, diyar kir ku ji dev, poz û paş Ayik xwîn tê û got: "Ev meseleyeke insanî, wijdanî û ehlaqî ye".    * Polîs Ercan Ûysaler ku qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê ew kiribû midûrê Şîrketa Anonîm a Kentê, ji ber ku fuhûş li jinekê ferz kiribû 11 sal û ceza lê hatibû birîn. Lê belê 35 roj derbas bûne hê jî nehatiye girtin. Dadgehê biryara xwe aşkere kir û derket holê ku rêveberiya qeyûm ji bo Ûysaler neyê tawanbarkirin nivîsek ji dadgehê re şandiye.    * Parlementerê HDP'ê Omer Ocalan, ji bo rewşa Tirkiyeyê ya li Îdlîbê anî ziman ku ji ber polîtîkaya der barê kurdan de Tirkiye ketiye nav krîzeke wiha û ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan jî got, demildest divê bi dawî bibe.    * Li Rihayê di sala 2019'an de 733 jê zarok 782 kes hatibûn îstismarkirin û tecawizkirin. Ji bo kesên navbirî parêzer hatin peywirdakirin. Serokê Komîsyona Mafên Zarokan a Baroya Rihayê Halîl Guneş, diyar kir ku ev dane bi awayekî qismî bi dest ketine û ji bo bûyerê got, tiştekî "sawnak" e.    * Rûspiyên elewiyan ji bo meha Xizirê diyar kirin ku Xizir di warê bawerî, çand û civakiyî de daxilî qadên jiyanê hemyan bûye.    * 4'emîn danişîna doza 16 bersûcên fîrar ên têkildarî Komkujiya 10'ê Cotmehê ya GAR'a Enqereyê tên darizandin dê li 4'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.00)    * MYK'a HDP'ê û Hevserokên HDP'ê dê civîna xwe li Enqereyê  li dar bixin. (10.00)   * Koordinasyona Heskifê dê ji bo Heskîf û Geliyê Dîcleyê li Odeya Endezyarên Makineyan a Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)    * Parêzerên Hiqûqa Asrînê û heyeta ku ji Ewropayê bê dê li Salona Dahwetê ya Kaplan City Kardelenê bi sernavê 'Pêvajoya Tecrîd û siyasî" panelê li dar bixin. (13.00)   * Rêxistina HDP'ê ya Wanê, dê bi tevlêbûna Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û Parêzerê Buroya Hiqûyê ya Asrînê Serbay Koklu li Salona Dahwetê ya Villa Parkê panela bi navê "tecrîd" li dar bixin. (13.00)    * Rêxistina HDP'ê ya Geverê dê bi tevlêbûna Hevseroka KCD'ê Leyla Guven panela bi navê "Di têkoşîna Demokrasî û Azadiyê de tecrîd û komplo" li dar bixe. (13.00)   * Platforma Şaxan a KESK'ê ya Stenbolê dê li dijî Cîgirê Midûrê Lîseya Anadolu ya Cizîrê Burak Ercan ê li Şirnexê tacîzî 30 xwendekaran kir û niha tayînî dibistanek Stenbolê kirine li Şaxa 3'emîn a Egîtîm Senê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (15.00)    * Baroya Amedê dê têkildarî doza Tahîr Elçî daxuyaniyê bidin çapemeniyê.