Polîsan li Mêrsînê îşkence li welatiyan kir 2020-02-12 15:35:27   MÊRSÎN – Hat zanîn ku polîsan di serdegirtina mala Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Mehmet Beyhan de îşkence li malbatê û kirêciyên wan kirin e.    Duh li Mêrsînê polîsan bi ser malan de girtibû û 3 jê zarok 13 kesan bi angaşata endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger in binçav kiribûn. Binçavkirî li Miduriyeta Polîsan a Mêrsînê tên ragirtin. Hat zanîn ku polîsan di serdegirtina malan de deriyan şikandine û ketine malan, heqaret û îşkence li welatiyan kirine. Hat zanîn ku polîsan di serdegirtina mala Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Mehmet Beyhan de îşkence li malbatê û kirêciyên wan kirin e.