Li Dersimê tecrîdkirina Ocalan hat şermezarkirin 2020-02-12 15:21:46   DERSIM – Hevseroka HDP’a Dersimê Nûrhayat Yeşîl diyar kir ku welatek demokratîk û aştiyane bi rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikarew were avakirin.    Rêxistina HDP’ê ya Dersimê têkildarî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Rêveberên HDP’ê beşdarî civînê bûn. Hevseroka Rêxistina HDP’a Dersimê Nûrhayat Yeşîl daxuyanî da.   Yeşîl da zanîn ku neçareserkirina pirsgirêka kurd bandorek neyînî li ser rewşa aborî, civakî û siyasî ya Tirkiyê dike û got: “Welatek demokratîk û aştiyane bi rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikarew were avakirin. Ev polîtîkaya tecrîtê aloziyê kûr dike û kêrî tu kesî nayê. Helbet wê teqez ev pêvajo veguhere rojên ronî.”