Parêzer Bek: Pêkanîna nû ya Ewlekariyê îtirafkariye 2017-12-14 11:33:03 EDENE - Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku di demên dawî de îtîrafkarî ku bûye pêkanînek nû ya ewlekariyê ya di bin çavan de ferzî hemû kesê dikin û wiha got: “Îtîrafkarî ferzî kesên ji heman sûcê hatin binçavkirin, tê kirin. Bi taybetî Ewlekariya Edeneyê vê yekê bi pergalî dike.”  Hat diyar kirin ku di demên dawî de li Mêrsîn û Edeneyê kesên tên binçavkirin, li Midûryeta Polîsan a bajêr îtîrafkarî ferzî wan tê kirin. Parêzer Tugay Bek, diyar kir ku piştî darbeya 15’ê Tîrhemê Midûryeta Polîsan bi awayekê pergalî îtîrafkariyê ferzî binçavkirinên siyasî dikin, hemû operasyon jî bi şahidên nepen û beyanên îtîrafkaran tên lidarxistin.     ‘ÎTÎRAFKARIYÊ FERZ DIKIN'   Bek, anî ziman ku berê emniyetê li gorî şopandinên fîzîkî û teknîkî dosyayên lêpirsînê amade dikirin û ev lêpirsîn herî zêde dişibin dozên KCK’ê. Bek, da zanîn ku niha li şûna şopandinên fîzîkî û teknîkî yên emniyete, beyannên îtîrafkaran cihê xwe girtiye û wiha axivî: “Êdî li ser beyanîn îtîrafkaran lêpirsîn tên bi rêvebirin. Beyanîn îtîrafkaran, ji bo kesên bi heman sûcdariyê tên binçavkirin, tê kirin. Emniyetê binçavkirinên dirêj ên di derfetên OHAL’ê de ji bo xwe kir fersend û îtîrafkariyê bi darê zorê ferzî kesên binçavkirî û girtî dike.       DI GIRTÎGEHAN DE JÎ WAN REHET NAHÊLIN   Bek, destnîşan kir ku kesên digirin jî di girtîgehan de wan rehat nahêlin û wiha domand: “Rayedarên emniyet ji bo kesên binçavkirin û girtinên wan dirêj dike, ji bo xwe li deriyekê digere. Dibêjin ku; ‘Em dikarin te berdin. Niha jî em dikarin te berdin. Lê şertekê me heye. Tiştên ku em ji tere bêjin tu yê qebûl bikî û sûcdariyan qebûl bikin. Ger ku tu derbarê kesên em navên wan bidin te de tu biaxivî em ê  te berdin.’ Û der barê kesên ewlekariyê navên wan dayîn de îtîrafkarî tên girtin.”    'LI EWLEKARIYA EDENEYÊ BI PERGALÎ BÛYE'   Bek, di dewama axaftina xwe de wiha got: “Ev pêkanîn li Midûryeta  Polîsan a Edeneyê bi awayekê pergalî pêk tê. Di operasyonên pêvajoya dawî de, welatiyên tên binçavkirin di vê çarçoveyê de tên girtin. Ev pêkanîn di welatiyên li Mêrsîn û Edeneyê de fikarin mezin dane avakirin. Di civakê de ev dibe sedama dubendiyê. Di nîva civakê de dilnerehetî dide avakirin. Dilnerehetiya gelo kesekê li ser min jî  axiviye dide avakirin. Nuriye û Semîh bi beyanên îtîrafkariyê hatin girtin. 20 parêzerên hevalên me jî bi heman hincetê hatin girtin. Divê demil dest dawî li vê pêkanînê were.”   Bek di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Polîs kesên ku dixe hedefa xwe, bi heman rêbazê binçav dike û digire. Ji ber vê yekê mirov mexdûr dibin.”    MA / Hamdullah Kesen