Endama Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî Ward: Birîna hevdîtinên Ocalan bi fikare 2020-02-12 14:03:19 ENQERE – Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan a bi Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî re civîna çapemeniyê pêk anî, diyar kir ku ji meha Tebaxê ve hevdîtin bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re nayê kirin û xwest tecrîd bi dawî bibie. Endama Şandeya Aştiya Navneteweyî  Jûlîe Ward jî, anî ziman ku birîna hevdîtin bi fikare.    Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî hat Enqerê û navenda Giştî ya Partiya Demorkatîk a Gelan (HDP) ziyaret kir. Şandeya ku di navê de Wezîrê Dadê û Wezîrê Karê Hûndir ê Îzlanda yê berê Ogmûndûr Jonasson heyî, bi Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan û Alîkarê Hevserokê Giştî Berpirsê Karên Derve Hişyar Ozsoy re hevdîtin kir. Piştî hevdîtinê Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pevîn Bûldan û Şandeya Aştiyê ya Navneteweyî li Navenda Giştî ya Partiyê civîna çapemeniyê li dar xist.   TECRÎDA DAÎMÎ LI SER OCALAN DEWAM DIKE    Hevserokê Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan di civînê de axivî û wiha got: “Me şandeyek girîng pêşwazî kir. Şandeya aştiyê ye. Ji Ewropayê hatiye. Me li ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hevdîtin pêk anî. Li Îmraliyê, li ser Birêz Ocalan tecrîdeke daîmî dewam dike. Ji ber vê hatina şandeyê ji Ewropayê girînge. Em girîngiyê didin xebatên bi vî awayî. Piştî greva birçîbûnê, çend caran hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk hat. Parêzerên wî herî dawî di 7’ê Tebaxa 2019’an de hevdîtin kirin. Bi vê hevdîtinê re grevên birçûbûnê jî bi dawî bûn. Birayê wî Mehmet Ocalan jî herî dawî di Tebaxa 2019’an de hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk anî. Ji wê rojê û vir ve hevdîtin bi Ocalan re nayê kirin. 6 meh darbas bûn û em ketin meha 7’emîn. Ev 7 mehin destûr nayê dayîn ku hevdîtin bi Birêz Ocalan re pêk bê.”    ‘DEMÎLDEST DIVÊ TECRÎD BÊ RAKIRIN’   Bûldan, dest nîşan kir ku Ocalan girtiyekê ne ji rêzê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Birêz Ocalan ne girtiyekê ji rêzê ye. Li ser Ocalan tecrîdeke mutlak heye. Ji bo ku ev tecrîd bi dawî bibe, hem weke partî û hem weke gelek kurd em tim vê tînin ziman. Divê Ocalan weke hemû girtî û hikumxarên di girtîgehên Tirkiyeyê de hevdîtinê bi malbat û parêzerên xwe re bike. Demildest divê hikumeta dest ji nêzîkatiyên xwe yên keyfî yên li dijî Ocalan berde. Divê ku demildest tecrîda girankirî ya li ser Birêz Ocalan bê rakirin.”   ‘EV DEMEK DIRÊJE EM VÊ PÊVAJOYÊ DIŞOPÎN IN’   Endama parlamentera Partiya Karkerên Îngîltereyê Jûlîe Ward jî di civînê de axivî û wiha got: “Em şendeyeke rûmetbilind a ji Îngîlter û îzlandayê hatine. Di nava me de siyasetmedar, akademîsyen, rojnameger û aktîvîst hene. Derbarê Îmraliyê de agahiyên me yên kûr hene. Ev demek dirêje em vê pêvajoyê dişopînin. Em parçeyekê tevna piştevaniyê ya di qada gerdûnî de hatiye rêxistinkirin e. Ev tevna piştevaniyê di greva birçîbûnê de zêdetir derket holê. Hin hevalên me yên li vê derê, berê endamên Delegasyona Îmraliyê bûn. Berê jî hatibûn vê derê. Divê me jî derbarê tecrîda Birêz Ocalan de di qada navneteweyî de gotinên xwe bêjin.”   ‘PIRSGIRÊK DEWAM DIKE’   Jûlîe, axaftina xwe wiha dewam kir: “Greva birçûbûnê bi dawî bû, lê hîna pirsgirêk dewam dike. Di vê hevdîtinê de me pêşketinên rojevî girtin. Em li welatê xwe û di qada navneteweyî de hewl bidin ku vê pirsgirêkê bînin ziman. Dewam kirina tecrîdê û ne derketina hevdîtinê ji bo me cihê fikarê ye. Em ê vê fikara xwe di qada navneteweyî de binîn ziman û zextê li raya giştî bikin. Ligel tecrîda li ser Ocalan, li ser HDP’ê jî zextên mezin hene. Ji ber vê jî gelek fikarên me hene. Gelê kurd rastî polîtîkayên zextên mezin tên. Lê dixwazim vê bêjim. Têkoşîn dewam dike. Emê jî piştevaniya xwe ya bi were dewam bikin.”