Bi qîrkirina ‘zarokên min birçî ne’ axaftina Erdogan qût kir 2020-02-12 13:52:46 NAVENDA NÛÇEYAN – Di kêliya ku Serokkomar Erdogan di komcivîna partiya xwe de daxivî, welatiyek wiha qîr kir: “Zarokên min birçî ne.” Serokê Giştî yê AKP’ê û Serokkomar Recep T ayyîp Erdogan komcivîna partiya xwe pêk anî û axaftin kirin. Erdogan rojek derengmayî komcivîna xwe pêk anî. Di kêliya Erdogan di komcivînê de diaxivî li salonê welatiyek qîr kir û û diyar kir ku ew bêkar e û nikare li zarokên xwe binêre.    Welatiyê bi qîrkirina xwe axaftina Erdogan sekinand wiha got: “Ji ber ku ez beşdarî 15’ê Tîrmehê bûm e, min karê min derxistin. Zar û zêçên min birçî ne. Alîkariyê bidin min. Biryara dadgehê nas nakin.”    Piştî qîrkirina vî welatiyî Erdogan dîsa axaftina xwe domand.    Piştî welatî pirsgirêkên xwe vegot şûn ve dengê wî nehat bihîstin.