Di lêpirsîna Tahîr Elçî de îfadeyên 3 polîsên gumanbar hat girtin 2020-02-12 13:24:10 AMED – Derket holê ku dozgerê dosyeya cînayeta Tahîr Elçî birêve dibe îfadeyên 3 polîsên bi navê gumanbar ku di lêpirsîna Tahîr Elçî de derbas dibin girtiye.  Serokê Baroya Amedê yê berê Tahîr Elçî di 28’ê mijdara 2015’an de bi nûnerên rêxistinên civakî re ji bo parastina Minareya Çar Ling a li Navçeya Sûra Amedê daxuyanî dabû. Di vê kêliyê de ku Elçî daxuyanî dida hatibû kuştin. Piştî 4 salan di lêpirsîna cînayeta Elçî de geşedanek girîng qewimî. Li gorî nûçeya OrtadogûNewsê; dozgeriya lêpirsînê, ku di rapora pispor a Zanîngeha Londrayê de amade kiribû û îşaretî navê 3 polîsên gumanbar kiribû îfadeyên wan girt. Dozger di 9 û 10’ê çile de bi navê gumanbar îfadeyên polîsan girt. Piştî 4 salan yekem car di dosyeya lêpirsînê de navê kesên gumanbar cih girt. 2 polîsên gumanbar bi SEGBÎS’ê û yê din jî çû dozgeriyê û îfade dan.    ‘MIN MINAREYA ÇAR LING NEDIDÎT’    Derket holê ku dozgeriya lêpirsîna kuştina Elçî birêve dibe îfadeyên 3 polîlsan bi angaşta “Kuştina îhtîmal a bi qestî” girt. Ji polîsên gumanbar S.T. di lêpirsînê de sûcdariya li ser xwe qebûl nekir û wiha got: “Piştî dengê çekan hat min, kesek di ber min de derbas bû. Min gule berdan vî kesî. Kesek din jî li pey wî beziya. Min gule berda vî kesî jî. Bi qasî ku tê bîra min, min 5-6 caran gule berdan. Piştî ku kes ji min derbas bû û berê pişta wî limin gule berda min. Ez ji aliyê zikê xwe yê çepê birîndar bûm. Piştî ez birîndar bûm min bi tu awayî gule berneda. Min di kêliya bûyerê de Tahîr Elçî nedît. Di pozîsyona ez sekinîbûm de min Minareya Çar Ling jî nedidît. Di kêliya bûyerê de ku min gule berdida li ber menzîla gule berdana min kes tune bû. Ji ber vê yekê ez sûcdariyan qebûl nakim. Tahîr Elçî ne ji aliyê min ve hatiye kuştin. Di kêliya bûyerê de ji bo ez terorîstan bikujim min gule berda.”    ‘EZ NIZANIM KÎ LI TAHÎR ELÇÎ DA’    Yek ji polîsê gumanbar F.T. jî îfade da û wiha got: “Min kêliya gule li Tahîr Elçî ket nedît. Min gule bernedaye Tahîr Elçî. Tahîr Elçî ne li ber menzîla gule berdana min bû. Ez nizanim kî gule berdayê. Ez sûcdariyên li ser xwe qebûl nakim. Li nava Sûrê li cihê em lê bûn dengê çekan dihat. Pişt re li gorî tespîtên me kirin, li van deran me dît ku hendek hene. Ez difikirim ku ev bûyer ji aliyê terorîstan ve hatiye plankirin. Li gorî li cihê bûyerê tespîta nasnameya terorîstan ku hat kirin me dizanibû van kesan perwerdehiya eskerî û siyasî girtiye. Li gorî texmîna mine w ji bo sûîkastê hatibûn”.    ‘MIN NEDÎT KÎ GULE BERDA’    Herî dawî dozgerî îfadeyê polîsê gumanbar M.S. de girt û ev polîsê gumanbar di îfadeyên xwe de wiha gotiye: “Min kêliya gule li Tahîr Elçî ket nedît. Ez û hevalên xwe polîs, me gule berdida kesên çek di destê wna de hebû. Min gule berneda kesê pêş. Min nedît ka hevalên min din ên polîs ka gule berdan kesê li pêş an jî na. Min di destê kesê li pêş dibeziya de çek nedît. Ez nizanim ku li Tahîr Elçî daye. Di kêliya bûyerê de ji bo ez kesê bi çek rawestînim min çek berda. Min li Tahîr Elçî nexistiye û ez sûcdariyan qebûl nakim.”    Hat zanîn ku Komîsyona Lêkolîna Cînayeta Tahîr Elçî ya Baroya Amedê dê sibê têkildarî lêpirsînê hûrguliyan parve bike.