‘Ji bo aştiyeke mayînde divê tecrîd bê rakirin’ 2020-02-12 13:23:33   AMED - Sazî û dezgehên çand, huner û ziman, 15'ê Sibatê roja komploya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar kirin û gotin: "Ji bo ku aştiyek mayînde pêk bê, divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin.”    Ji sazî û dezgehên çand, huner û ziman ên kurd, Komeleya Lêkolînê ya Zimanên Mezopotamyayê (MED-DER) û Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li Şanoya Bajêr a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Endam û rêveberên saziyan, nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) ên Amedê, endamên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtî (TUAY-DER), Meclîsa Ciwanan a HDP’ê û endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) beşdarî civînê bûn. Li ser navê saziyan Abdurrahman Bakir axivî.   Bakir, diyar kir ku pergala modernîteya kapîtalîst daxwaza hişmendiya dagirker a herdemî ji bo berjewendiyên xwe yên kesane hemû nirxên mirovahî û civakê binpê dike û wiha got: “Pergalên wan ên despotik û paşverû yên hezar salan çawa hilweşiya bin, pergala wan a dawiyê Netewe Dewlet jî dê hilweşe. Ji dîrokê heta roja me têkoşîn û berxwedana li dijî kedxwar û zordestiyê ku tê dayîn hêviyên mirovahiyê şîn dike, heqîqeta baweriya bi azadiyê roj bi roj xurtir dike. Dema mirov li pêvajoya şorêşên cîhanê dinêre bi zelalî mirov dibine ku nirxên mirovahiyê ava kirine û çanda têkoşînê xurt kirine. Em jî bi hişmendiya xwedîderketina li mirateya azadiyan, em ê her dem  bi hişmendiya civaka exlakî û polîtîk nirxên xwe biparêzin û têkoşîna xwe dewam bikin.”   ‘MODELA ÇARESERIYÊ PARADIGMAYA AZADIYÊ YE’   Bakir, da zanîn ku di sedsala 21’emîn, ji her alî ve nirx û çanda gelan tê tunekirin û bi vê polîtîkaya qirkirinê ji bo gelan rewa dibînin û wiha axivî: “Bi gelemperî li Rojhilata Navîn û bi taybetî jî li Kurdistanê hemû gelên bindest ji bo jiyaneke demokratîk, wekhev û aştiyane ava bikin, paradigmaya azadiya jinê û civaka xwezayî bi têkoşîna bêhempa bi pêş dixin û rastiya vê modela çareseriyê îro li holê ye.”   ‘DIVÊ DEMILDEST TECRÎDA LI SER BIRÊZ OCALAN BÊ RAKIRIN’   Bakir dest nîşan kir ku Konfederalîzma demokratîk a ku ji hemû gel, çand û baweriyan re malovaniyê dike û hemû mirovahiyê di bin sîwana xwe de bi awayekî azad dihewîne, mîmarê wê yê sereke Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber afîneriya felsefeya azadiyê, komployeke navneteweyî li dijî Birêz Ocalan pêk hat û bi tecrîdeke kûr ev komplo dewam dike. Em wek saziyên demokratîk ên civakê 21’emîn salvegera komploya navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar dikin, ji bo aşitiyeke mayînde pêk bê divê demildest tecrîda li ser Birêz Ocalan bê rakirin.”