Komên rizgarkirinê dixwazin xwe bigihînin herêma aşûtê 2020-02-12 12:05:57 WAN – Li ser rêya navçeya Miksê ya Wanê aşût pêk hatibû û 41 kesan jiyana xwe ji dest dabû. Xebatkarê agirkujiyê Mehmetcan Taşdemîr hêj di bin berfê de ye. Komên rizgarkirinê xebata xwegihandina Taşdemîr didomînin.   Li ser rêya navçeya Miksê ya Wanê di 4’ê sibatê û 5’ê sibatê de felaketa aşûtê rû da û 41 kesan jiyana xwe ji dest da. Xebatkarê agirkujiyê Mehmetcan Taşdemîr di bin aşûtê de maye. Komên rizgarkirinê ji bo xwe bigihînin Taşdemîr xebatê didomînin. Komên rizgarkirinê xwe gihandin gundê Yukarî Narlicayê. Ji ber şertên neyînî yê hewayê di 7’ê sibatê de navber dabûn xebata lêgerînê.    Walîtiya Wanê têkildarî mijarê daxuyanî da û da zanîn ku komên rizgarkirinê xebatên xwe gihandina Mehmetcan Taşdemîr didomînin.    13 PENABERÊN QERISÎNE HÊJ NEHATINE DÎTIN    Li aliyê din li gundê Navrî ya girêdayî navçeya Ebexa Wanê li ser sînorê Îranê 10 jê penaberên Afganîstanê 3 jê penaberên ji Kobanê bi giştî 13 penaber ji ber sir û seqema dijwar qerisîn û jiyana xwe ji dest dabûn. Hat zanîn ku piştî nirxandin û tespîta cendirme li herêmê bikin dê komên rizgarkirinê ji Wanê sewqî herêmê werin kirin.