Bersûcên Aladagê ji berpirsyariyê direvin 2017-12-14 11:17:37 EDENE - Parêzerê SHD'ê Omer Gokhan Çelîk danişîna dawî ya doza yurda Aladagê nirxand, diyar kir ku peywirdarên cemaweriyê yên di danişînê de îfade dane, gotine ku "Min lêkolîn kir. Min ji amîrê xwe re ragihand" û dixwazin ji berpirsyariyê birevin. Di şewata li yurdê ya navçeya Aladagê ya Edeneyê de, 11 jê xwendekar, 12 kesan jiyana xwe ji dest dabû, 24 zarok jî birîndar bûbûn. Piştî doza peywirdarên cemaweriyê yên bi îhmalan bûn sedema şewatê bi hev ve hat kirin, danişîn di 11'e Kanûnê de hat dîtin. Doza 6 ji wan girtî, 5 peywirdarên cemaweriyê bi giştî 14 kesan li Dadgeha Cazayê Giran a Kozanê hat dîtin. Parêzerê endamê Komeleya Mafên Civakî (SHD) Can Atalay, aşkera kir ku kontrolkarên yurdê her çendî kêmasliyên li yurdê dîtine jî ev negirtine bin qeydê.   Atalay destnîşan kir ku kontrolkar her çendî ji mewzûetê baş fêm bikin jî kontrolkirina li yurdêbi rêvebirina Cemaeta Sulemyaniyan hatiye kirin û wiha got: "Ji serê dozê heta niha pêwîstî bi alîkariya raya giştî heye. Divê raya giştî piştgiriyê bide vê dozê."   'PÊKAN E KU PERWERDE DÎTINE'   Parêzerê din ê SHD'ê Omer Gokhan Çelîk jî aşkera kir ku ji ber ku perpirsyarê karesatê tên darizandin ev gelekî girîng e û wiha pê de çû: "Di îfadeyên wan ên li dadgehê de jî tê dîtin li ber çavan karesat û wehşet qewimî ye."   Çelîk diyar kir ku peywirdarên cemaweriyê yên yurd kontrol kirine, bi bîr xist ku perwerde negirtine, hîndekarên ji bo kontrolkirinê çûne, divê ku agahiyên wan der barê şewatê de hebe û ev tişt got: "Em hemû jî baş dizanin ku perwerdeya bingehîn parastina sivîlan û der barê şewatê de ye. Rast an şaş perwerde tê dayîn. Bersûc dibêjin ku 'Me perwerde nedîtiye. Deriyê plastîk gucav e an na em nizanin.' Ne girîng e mirov ji bo vê perwerdeyê bibîne. Girteka 45 rûpelî ya divê bigirin, li wir der barê şewatê de tevdîr hatiye girtin ne pêwîst e agahiyeke teknîkî hebe."   Çelîk anî ziman ku bersûc ji berpirsyariyê direvin û diyar kir ku piştî doz bû yek, dadgehê der barê peywirdarên cemaweriyê de ji 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê re nivîs şandiye û wiha pêde çû: "Ev ji bo qisûra peywirdanran bê zelalkirin girîng e." Çelîk derbirî ku bersûc ji şewatê berpirsyar in û wiha axivî: "Di dadgeha dawî de têkiliya di navbera peywirdarên yurdê û cemaweriyê de balkêş bû. Di navbera xwe de bi rêxistinî tevdigeriyan."