Dadgehê nexweşa penceşêrê da girtin 2020-02-12 11:36:25   STENBOL – Ayten Sarikaya (53) ya duh ji Swîsreyê hat Stenbolê bi angaşta “Heqaret li Serokkomar kiriye” derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn. Sarikaya ya nexweşa penceşêrê ye ji duh ve li nexweşxaneyê tê ragirtin.    Ayten Sarikaya Kesler (53) duh ji Swîsreyê hat Stenbolê û li Balafirgehê di dema kontrola pasaportan de hat binçavkirin. Kesler bi angaşta li ser Facebookê “Praopaganda rêxistinê kiriye” û “Heqaret li Serokkomar kiriye” derbarê wê de biryara girtinê hatiye derxistin. Kesler ewil birin qereqaola balafirgehê û pişt re birin Dadgeha Bakirkoyê. Tevî ku hat diyarkirin ku nexweşîna penceşêrê bi Kesler re heye jî derbarê wê de biryara girtinê hat dayîn.    Li dadgehê rewşa Kesler xerab bû û ji ser hişê xwe çû û li gel vê rewşa wê jî girteka darizandinê pê dan îmzekirin.    Kesler ji duh ve li nexweşxaneyek taybet a navçeya Bahçelîevlerê tê ragirtin. Hat zanîn ku piştî rewşa wê baş bibe bibin Girtîgeha Bakirkoyê.    ‘NIKARE LI GIRTÎGEHÊ BIMÎNE’    Parêzera Kesler, Gulîzar Tuncer têkildarî rewşê agahî dan û tevî vê rewşa wê ya nexweş jî biryara girtinê dan û tevî ji ser hişê xwe çûye jî kesî alîkariya wê nekiriye. Tuncer da zanîn ku li Tirkiyê tiştek bi navê hiqûq nemaye û got: “Dadger û dozgeran mirovahiya xwe xelas kirine. Îqtîdara siyasî ji wan re çi dibêje ew jî pêk tînin. Bûne emirdarên daraza îqtîdarê.” Tuncer anî ziman ku miwekîla wê Kesler ji duh ve li nexweşxaneyek navçeya Bahçelîevlerê tê ragirtin û got: “Rewşa qet ne mimkin e bibin girtîgehê. Ez ê li dijî vê biryara girtinê îtîrazî dadgehê bikim.”