Li Agiriyê 5 kes hatin binçavkirin 2020-02-12 10:53:54   AGIRÎ – Li Agiriyê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser malan de girtin, Serokê Şaxa DÎSK’ê Ersîn Erîncîk, Hevserokê HDP’ê yê navçeya Navendî  Îsmaiîl Çîtfçî jî din av de 5 kes binçavkirin.    Li Agiriyê, polîsan di saetên serê sibê de bi ser gelek malan de girtin. Di serdegirtina malan de, Serokê Şaxa Sendîkayên Karkerên Şoreşger ên Tirkiyeyê (DÎSK) Ersîn Erînçîk, Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Navçeya Navendî Îsmaîl Çîftçî, Rêveberê HDP’ê yê Navçeya Navendî Omer Taş, Endamê Meclîsa Giştî ya Bajêr Sabrî Taşdemîr û Rêveberê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê berê Hamît Taşdemîr hatin binçavkirin.    Kesên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn birin Miduriyeta Polîsan. Li bendêye ku hejmara kesên bên binçavkirin, zêdetir bibe.