Ji ber sûcê tecawizê ji Memûr-Senê veqetiya û ji nelirêtiyê ji kar hat dûrxistin 2020-02-12 10:44:09   AMED - Yûnûs Memîş ku beriya demekê ji tacîz û tecawizê dev ji Serokatiya Şaxa Memûr-Senê ya Amedê berda, ji ber lêpirsîneke nelirêtiyê ji peywira Miduriyeta Mala Mamosteyan hat dûrxistin.  Komên Şaxa Malî ya Amedê, hefteya borî di çarçoveya lepirsîneke nelirêtiyê de operasyonek li dar xistibûn û Alîkarê Midurê Perwerdeya Neteweyî ya Bajar a Amedê Serkan Batûr û Midurê Mala Mamosteyan a Amedê û Serokê berê yên Şaxên Egîtîm Bîr Sen û Memûr-Senê yên Amedê Yûnûs Memîş jî di nav de 30 kesî binçav kiribûn. Hemû bersûc piştî dayîna îfadeyên xwe yên li Miduriyeta Polisan a Amedê, hatin berdan. Lê ji ber lêpirsîna bertîl, nelirêtî, hîlekirina îhaleyê, Serkan Batûr û Yûnûs Memîş jî di nav de  19 xebatkarên Miduriyeta Perwerdeya Neteweyî ya Bajar a Amedê ji kar hatin dûrxistin.   Wezreta Perwerdeya Neteweyî, derbarê karmendên ku ji kar hatin dûrxistin lêpirsîn da destpêkirin.    Memîş, beriya demekê ji ber sûcê tacîz û tecawizê ku li jinekê kiribû, dev ji serokatiya Egîtîm Bîr Sen û Memûr-Senê jî berdabû.