Li Girtîgeha Jinan wêneyê komî qedexe ye 2020-02-12 10:07:09 AMED – Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgeha Jinan a Amedê, bi hinceta "Ewlehiyê dixe talûkeyê" kişandina wêneyên komî li girtiyan qedexe kir. Biryar ji aliyê dadgehê ve hat erêkirin. Parêzerê TUAY-DER'ê Şerzan Yelboga, diyar kir ku ev biryar li dijî zagonan e."  Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Amedê li girtiyan qedexe kir ku bi komî wêneyan bikişînin. Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgeha Jinan a Amedê, bi hinceta "Ewlehiyê dixe talûkeyê" kişandina wêneyên komî li girtiyan qedexe kir. Rêveberiyê hinceta “Ji bo propaganda rêxistinê asteng bike" û “Ewlehiya saziyê biparêze" nîşan da û 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê jî ev biryar erê kir.    Serokatiya Rêveberiya Girtîgeha Jinan a Amedê biryar spart rêziknameya 21'ê Cotmeha 2019’an a xala 8'emîn a Beşa 5'emîn a Hêjmara 45/1'an a Saziyên Înfaza Ceza û hinceta ewlehiya saziyê nîşan da. Di biryara rêveberiya girtîgehê de ji girtiyan tê xwestin herî zêde 3 kes karibin bi hevre wêne bikişînin. Dîsa ji girtiyan dixwaze ku nîşaneyên ku propaganda dike di wêne de tune be. Girtiya Girtîgeha Jinan a Amedê Elif Atdemir, diyar kir ku wêneyên yek bi yek ango 3 kes bi hevre dikişînin pir buha ne û wiha got: "Me biryara hekîmê înfazê îtîraz kir. Hekîmê dadgehê îtiraza me qebûl kir. "    Lê Serdozgerê Komarê yê Amedê li dijî îtîrza Atdemir û biryara Hekîmê Înfazê serî li 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê da û xwest biryar bê rakirin. Heyeta dadgehê jî serlêdana dozger nirxand û diyar kir ku ev biryara girtîgehê ji bo kijandina wêneyan nabe asteng û îtiraza dozger qebûl kir. Bi vê biryara dadgehê li Girtîgeha Jinan a Amedê girtî herî zêde 3 kes dikarin bi hevre wêneyan bikişînin.    Atdemîr anî ziman ku di 8'ê Cotmehê de malbata wê bi kargo şimika panî bilind şand, lê bi hinceta ne li gorî cîhaza X-Ray  e nedan wê. Atdemir ev yek red kir. Lê Hekîmê Înfazê yê Amedê jî got 'Her çend ev şimik di cîhaza X-Ray re derbas bibe jî gelek tiştên li dijî ewlehiyê dikarin di paniya wê de bên veşartin û îtîraza Atdemîr red kir.      Parêzerê Komeleya TUAY-DER'ê Şerzan Yelboga, biryar ji Ajansa Mezopotamya (MA) re nirxand û diyar kir ku ev biryarên dadgehê û saziya înfazê ne li gorî zagon û hiqûqê ne. Yelboga, anî ziman ku di rêziknameya girtîgehê de kijandina wêneyan û hêjmara kesên di wêneyan de nehatiye sînorkirin û ev yek li dijî zagonê ye. Yelboga, anî ziman ku dema girtî vê rêziknameyê dixwazin jî rêziknameyê nadin girtiyan û wiha got: "Tenê dibêjin qedexe ye. Kê qedexe kiriye? Li gorî çi û çima qedexe kirine nayê gotin."     Yelboga, anî ziman ku divê li dijî van biryar û pêkanînên girtîgehan û serî li Wezareta Dadê û Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê bê dayîn û lêkolîn û lêpirsînê bidin destpêkirin. Yelboga, destnîşan kir ku xwe amade dikin ku biryara 1'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Ameadê ya der barê kişandina wêneyan û şimikê bibin Dadgeha Destûra Bingehîn.    MA / Aydin Atay