Rojê 150 û 300 lîre didin malbatên li ber HDP’ê 2020-02-12 10:06:34   AMED – Hat zanîn ku rojane bihayê 150 û 300 lîre didin malbatên ber li ber HDP’a Amedê tê sekinandin. Tê gotin li ser navê wan hesabê bankeyê li Bankaya Zîratê hatiye vekirin.    Hin malbat ji 3’ê îlona 2019’an ve bi angaşta “HDP’ê zarokên wan revandiye serê çiya” li ber avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê tên rawestandin. Hat zanîn ku rojane 150 û 300 lîre pere didin van malbatan. Li ser navê malbatan hesabê bankayê li Bankaya Zîraatê hatin vekirin. Hat dîtin ku malbat bi komî çûn bankayê û pereyên xwe kişandin.    MALA MAMOSTEYAN KIRIN E ŞEVÎNA MALBATAN    Ev malbat êvaran li Mala Mamosteyan a Amedê tên bicihkirin û her roj mîna ku biçin karê xwe saet di 09.00’an de bi serwîsên polîsan tînin ber HDP’ê. Êvarê jî saet di 17.00’an de dîsa bi heman wesayîtên serwîsa polîsan wan dibin Mala Mamosteyan. Maşîneyek zirxî ya polîsan heta serê sibehê li hewşa Mala Mamosteyan nobetê digire.    JI BO HIN MALBATAN 150 LÎRE Û JI BO HIN MALBATAN JÎ 300 LÎRE    Heqê serwîs, xwarin, mayîn û wekî din ji aliyê dewletê ve tê dayîn. Li gorî agahiyên hatin ber destê ji bo hin malbatan rojê 150 lîre û ji bo hin malbatan jî rojê 300 lîre pere tê razandin. Nehat zanîn ku vê ferqiya pereyê didin malbatan li gorî çi amade kirin e, ji bo malbat dikaribin wan pereyan bikişînin li Bankaya Zîraatê hesab hatiyê vekirin. Polîs van malbatan bi taksiyan dibin bankayê û wan carek din tînin ber HDP’ê.