Başaran a çûbû serdana Mexmûrê: Ambargoya kurd danin ser kurdan pir bi êşe 2020-02-12 09:54:11 ENQERE - Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran a di nava şandeya çû serdana Qempa Mexmûrê ya li Hêrêma Kurdistana Federe cih girt de, diyar kir ku ev pirsgirêkek wijdaniye û got: “Min berê jî ablûke dîtibûn, lê ambargoya ku kurd danin ser kurdan pir bi êşe. Divê ku ev ambargo bê rakirin.”  Şandeyeke ji nûnerên partiyên di nava Xebata Tifaqa Neteweya Kurd de cih digirin pêk hat, di rojên derbasbûyî de çû serdana Herêma Kurdistana Federe ya Iraqê. Şandeyê li Hewlêr û Silêmaniyê hin hevdîtin bi rêxistinên civaka sivîl, rewşenbîr, nivîskar, oldar, akademîsyen û rûspiyan re kirin û derbarê yekitiya neteweyî de nêrînên xwe parve kirin.    Endama MYK’ê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Parlamentera Êlihê Ayşe Acar Başaran a di şandeyê de cih girt, derbarê hevdîtinên pêk anîn de axivî.    ‘DIVÊ TENÊ BI PARTIYÊN SIYASÎ RE SÎNORDAR NEMÎNE’   Başaran, bal kişand ser hevdîtin kirin û wiha got: “Me li Hewlerê bi 180 û li Silêmaniyê jî bi 130 kesna re hevdîtin kir. Di hevdîtinan de, me derbarê Xebata Tifaqa Neteweya Kurd de agahî dan. Me derbarê amadekariyên Kongreya Neteweyî de axivî. Em nikarin bêjin me îro avakir û emê sibe Kongreya Neteweyî li dar bixin. Divê tenê bi partiyên siyasî re sînordar nemîne. Me got ku divê rewşenbî, hunermend, akademîsyên, rêxistinên civaka sivîl û oldar beşdarî vê xebatê bibin.”    Başaran, da zanîn ku hevdîtinên wan erênî derbas bûn û wiha bilêv kir: “Vê yekê hêvî û bawerî da beşdarvanan. Wan jî pêşniyarên xwe kirin û gotin ewê jî di demê pêş de li Herêma Kurdistana Federe dest bi xebatên bi vî awayî bikin.”   ‘GELÊ MEXMÛRÊ DINAVA ZORIYÊ DEYE’   Başaran, behsa Qempa Mexmûrê ya dibin ambargoyê deye jî kir û wiha rêz kir: “Em çûn serdana Qempa Mexmûrê jî. Li ser qempê ambargoyek heye. Ev pirsgirêkek wijdaniye. Berê jî me ablûke dîtibûn, lê ambargoya ku kurd danin ser kurdan pir bi êşe. Di dema serdana me de, rewş pir xerab bû. Mirovên li wê derê, debara xwe li ser Kurdistana Başûr dikin. Xwendekarên zanîngehê li Hewlêrê dixwînin. Diçin nexweşxaneya wê derê. Lê mixabin ji ber ambargoyê kes nikare bi cihekê ve biçe. Xwendekar neçar mane ku dest ji dibistanê berdin û nexweşnikarin tedawî bibin. Ji bo sererastkirina vê rewşê, gelê qempêdaxwazên xwe ji me re gotin. Me jî ji wan re got, ji bo rakirina ambargoyê emê din ava hewldanan de bin. Serdama me ji bo mexmûriyan bû cihê şanaziyê.”    ‘EM DIKARAN BIKIN SEDSALA KURDAN’   Başaran, bal kişand ser pêvajoya heyî û wiha dawî li axaftina xwe an: “Sedsala ku em têdene, wê bibe sedsala diyarkirina çarenûsa gelê kurd. Hemû dewletên emperyalîst hewl didin ku di vê sedsalê de gelê kurd bê statu bihêlin. Divê em jî li dijî vê bên gelhev û têkoşînek hevpar bi rêve bibin. Em dikarin di vê sedsalê de li hev kom bibin û rihê yekitiya neteweyî ava bikin. Bi vê yekê emê karibin statuya gelê kurd bi dest bixin û vê sedsalê bikin sedsala gelê kurd.”