Ji ber axaftina di Newrozê de ew dan ber lêpirsînê 2020-02-12 09:31:14 ANTALYA - Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nîhat Akkaya ku li Antalyayê di Newroza 2019'an de ji ber ku gotibû "Birêz Abdullah Ocalan" hatibû girtin û paşê hatibû berdan, diyar kir ku axaftina wî kiriye ne sûc e û got: "Lê em HDP'ê û hêzên demokrasiyê, em ê AKP'ê bişînin ser sergoyê dîrokê".    Serdozgeriya Komarê ya Antalyayê ji ber axaftina di Newroza 2019'an de der barê Endam Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nîhat Akkaya de lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê, axaftina Akkaya ya di Newroza 2019'an de sûc hesibandibû û îdia kiribû ku Akkaya bi vê axaftina xwe "propagandaya rêxistinê" kiriye.   Akkaya, di axaftina xwe ya Newrozê de gotibû: "Em ê bi agirê Newroza gelê kurd di 31'ê Adarê de AKP'ê têkbişikînin. Em vê mîrateya berxwedê jî ji Denîzan, ji Mahîran, ji Îboyan, ji Mazlûm û Sakîneyan dewr digirin".    Her wiha ji ber ku Akkaya di axaftina xwe de gotibû "Birêz Abdullah Ocalan", dozgeriyê ev bilêvkirina wî jî sûc hesibandiye.    Dozgeriyê bi îdiaya "propagandaya rêxistinê" Akkaya sewqî Dadgeriya Cezayê Sulhê ya 6'an a Antalyayê kiribû. Akkaya jî di îfadeya xwe de gotibû axaftina wî di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de ye û ne sûc e. Lê belê dozgeriyê biryara girtina Akkaya dabû û ji ber vê Akkaya hatibû girtin.    Piştî îtiraza parêzeran, Akkaya di 11'ê Sibatê de hat berdan.    'LI HOLÊ SÛCEK TUNEYE'    Akkaya, diyar kir ku polîsan di 5'ê Sibatê de avêtiye ser mala wî û gava di 7'ê Sibatê de çûye dozgeriyê hatiye binçavkirin û paşê hatiye girtin. Akkaya, destnîşan kir ku ji dêvla ku dozgerî axaftina wî di çarçoveya azadiya fikr û ramanê de bihesibîne lê rabûye sûc hesibandiye û got, gotina "Birêz Ocalan" ne sûc e.    Akkaya, got: "Ez endamê PM'ê yê HDP'ê me. Ji xwe ji ber siyasetmedar im, mafê min î propagandayaê jî heye. Wisa xuyaye tespîtên di axaftina min a Newrozê de îqtîdara AKP-MHP'ê nerihet kiriye û lewma axaftina min a par dane ber min. Beriya Kongreya Asayî ya 4'an a HDP'ê dixwazin me çavtirsandî bikin. Lê bêhûde ye. Em HDP'ê û hêzên demokrasiyê, em ê AKP'ê bişînin ser sergoyê dîrokê. Bila ji bo vê şik û gumanên tu kesî tunebin".    MA / Hamdûllah Kesen