Kinc, pirtûk û nameyan nadin rojamevan Orûç 2020-02-12 09:30:07 AMED - Rojnamevan Azîz Orûç ku di Girtîgeha Tîpa L a Panosê de ye, ragihandiye ku ji roja hatiye girtin heta niha pirtûk û kinc nedane wî û gotiye, nameyên ji girtiyan re tên jî nadin wan.  Rojnamevan Azîz Orûç ku di 11'ê Kanûna 2019'an de hat binçavkirin û paşê hat girtin, di 5'ê Sibatê de malbata wî çû Girtîgeha Tîpa L a Panosê û hevdîtin pê re çê kir. Orûç, di hevdîtinê de binpêkirinên mafan ên li girtîgehê ragihandiye. Orûç, silav ji hevpîşeyên xwe û rêxistinên pîşeyî re şandiye û xwestiye piştgirî û piştevaniya ji bo wî dewam bike. Her wiha Orûç, gotiye tenduristiya wî û moralê wî jî baş e.    NAMEYAN NADIN GIRTIYAN    Orûç, destnîşan kiriye ku nameyên ji wan re tên nadin wan û nameyên ku ew dişînin jî carinan ji ber peyvekê nayên şandin û gotiye "Heta niha nameyek jî negihaye destê me. Wisa xuyaye nameyên ku ez jî dişînim nayên şandin. Bi taybetî jî ji ber ku rojnamevan im naxwazin pêwendiyê bi derve re deynim. Ji roja hatime girtin heta niha pirtûk û kincan nadin min."    TENDURISTÎ   Orûç, destnîşan kiriye ku wekî gelek girtîgehan li Girtîgeha Panosê jî xur ketiye canê girtiyan. Orûç, diyar kiriye ku ev yek dibe ku ji ber avê an jî tiştekî din pêk tê. Orûç, ji bo binpêkirinên mafan ên li girtîgehê û rewşa tenduristiyê gazî raya giştî kiriye.