Li Wanê şambelîk gefan li welatiyan dixwin 2020-02-12 09:28:47 WAN - Li Wanê, berfa li ser baniyan kom bûyî û şambelîlkên bi sivêrnekan çê bûne, welatî nikarin di peyarêyan de bimeşin.    Li Wanê ji ber berfa li se rbaniyan kom bûye û şambelîlkên bi sivêrnekan ve çê bûne, xweşikî nikarin di peyarêyan de bimeşin.  Vahdettîn Tûnç, diyar kir ku hefteya borî li bajêr pir berf bariyaye û got, şaredarî ji bo vê yekê hema bêje qet nexebitiye. Tûnç, got: "Ji ber ku şaredarî anxebitin welatî jî zehmetiyê dikişînin. Divê şaredarî mudaxileyî qeşaya li ser baniyan çê bûye bike. Ev qeşa li serê kê bikeve wê bikuje. Li vî bajarî em li serê hemana dijîn. An em ê rojekê ji birçîna bimirin an jî ji ber şambelîlkên bi sivêrnekan ve çêbûne bimirin. Divê şaredarî karê xwe bike." Hamza Demîragaç jî got: "Ji ber qeşaya li ser baniyan mirov nikarin di peyarêyan de bimeşin. Demildest divê şaredarî tevdîrê bigire. Ev şambelîl û bûzên li ser baniyan talûke ne."     Mûsa Ulfer jî got: "Ligel qeşaya li ser baniyan, qeşaya li se rpeyarêyan jî talûke ye. Şaredarî qet naxebite."