Hêj dor nehatiye dosyeya 'taciz, gef û heqaretê' 2020-02-12 09:25:23 EDENE - Parêzer R.Û. ku dema ji bo hevjînê xwe bibîne çûbû Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûyê, hatibû tacizkirin, heqaret lê hatibûn kirin û gef lê hatibûn xwarin. R.Û., diyar kir ku hê jî lêpirsîn wekî berê ye û got: "Katîb ji min re got "hêj dor nehatiye dosyeyê'."    Parêzer R.Û., di 7'ê Mijdara 2019'an de gava ji bo hevjînê xwe bibîne diçe Girtîgeha Tîpa L a Turkoglû ya Mereşê, lêgerîna tazî lê tê ferzkirin û ew jî li ber vê pêkanînê radibe. Piştî li ber radibe tê tacizkirin, heqaret lê tên kirin û gef lê tên xwarin. Li ser vê Baroya Edeneyê giliyê karmendên girtîgehê dike û Serdozgeriya Komarê ya Mereşê jî lêpirsînê dide destpêkirin.    Piştî vê dozgerî ji îdareya girtîgehê dixwaze ku parastina xwe bike. Îdare jî di parastina xwe de derpêş dike ku lêgerîn li gor qanûnê, li gor tuzûk û rêziknameyê hatine kirin û îfadeyên parêzer bêbinî ne. Dozger jî aliyê îdareya girtîgehê dike û diyar dike ku îdiayên heyî hemû bêbinî ne, personelên îdareya girtîgehê kêm hatine xsistin û parêzer sûcdar kiriye.     'LÊPIRSÎN WEKÎ XWE YÊ BERÊ YE'    Parêzer R.Û., diyar kir ku hê jî lêpirsîn wekî xwe yê berê ye. R.Û., anî ziman ku dozgerî dixwaze dosyeyê bi derengî bixe û got: "Hejmara dosyeya min 2019/24301 e. Lê hê jî tiştek nehatiye kirin. Ji girtîgehê agahiyên nasnameyê yên gumanbaran û qeydên kamerayan jî nehatine xwestin. Çûm cem katîbê dozger. Katîb ji min re got, 'haya min ji dosyeyê heye, lê ji ber ku em bi dorê dikin hê dor nehatiye dosyeya te'. Min ji bo aqûbeta dosyeyê daxwaznameyek şandibû lê belê hê jî nehatiye bersivandin."