Mehmet Ocalan: Komplo bi tecridê didome 2020-02-12 09:24:08 RIHA - Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, bal kişand ser komploya navdewletî û wiha got: "Ev komplo li dijî gelê Kurd û Rojhilata Navîn e. Îro komplo bi tecrîdê didome. Divê her kes li dijî vê yekê têkoşînê xurt bikin. Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin. Di 15'ê Sibata 1999’an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Di ser derxistina Ocalan a ji Suriyeyê re 22 sal û tecrîdkirina Ocalan re jî 21 sal derbas bûn. Tecrida 21 salin didome, her ku diçe girantir dibe. Birayê Ocalan Mehmet Ocalan, li ser armanca komploya navdewletî û sekna Ocalan axivî. Mehmet Ocalan anî ziman ku komploya li dijî Ocalan li ser gelê Kurd û hemû gelên Rojhilata Navîn pêk hatiye û îro ev komplo bi pergala tecrîda taybet berdewam dike.    ‘KOMPLO HETA EFRÎQA BELAV BÛ'    Mehmet Ocalan da zanîn ku komplo bi destê hêzên navdewletî pek hat û wiha axivî: “Ev komplo heta welatên Efrîqa belav bû. Herî dawî teslîmî Tirkiyeye kirin. Ev roj ji bo gelê Kurd weki roja reş e. Ev roj nayê qebûlkirin. Hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelê Rojhilata Navîn rojek pir giran û tojek tarî ye. DYA, Îngîlîstan, Îsraîl û welatên Ewropa di nava vê komployê de cihê xwe girtin. 15'ê Sibatê ji bo gelê Kurd roja reş e. Ev kompo îro bi tecrîdê didome. Di şexsê Serok de li gelê Kurd û hemu gelên Rojhilata Navîn komplo hatiye kirin. Ev li dijî fikrên Ocalan û projeyên wî yên ji bo pêşeroja gelan e. Bi 15'ê Sibatê re tecrîdê dest pê kir. “Mafên zagonî û demokratîk hene. Lê tevî van mafên zagonî û demokratîk, em malbat di 6 salan de tenê 3 caran çûn hevdîtina Ocalan. Ev ne tişteki rast e. Ev nayê qebûlkirin. Tu daxwaza me ji dewleta tirk tune ye. Em welatiyên Tirkiyeyê ne. Mafê me yê welatibûnê heye. Ev pêkanînên li dijî me dijdemokratîk in. Dewlet destê wê di komploya navneteweyî de heye. Çima van mafên me nadin me?"    ‘EV TECRÎDA GEL E'    Ocalan, destnîşan kir ku ev tecrîda heyî li ser gelan tê meşandin û wiha bi dawî kir: "Di şexsê Serok de li ser gel tecrîd heye. Divê em pirsa 'Em dikarin çawa tecrîdê bişkînin? ji xwe bipirsin. Pirsa herî mezin tecrîd e. Mirov çavê xwe bigire ev tecrîd bi dawî nabe. Mafê her mirovî yê zagonî û rewa heye. Em bang li her kesî dikin. Ji ber ku her kes di bin tecride de ne. Tecrîd li ser gele Rojhilata Navîn heye. Divê her kes li diji tecrîdê derkevin. Divê em îro dengê xwe bilind bikin. Ger ku em bêdeng bimînin dê sibê tecrîd girantir bibe. Divê li dijî tecrîdê em têkoşîna demokratîk bilind bikin. Her kes dikare tiştekî bike. Bi ker, kor û lalîtiyê pirsgirêk çareser nabe."   MA / Barış Polat