ROJEVA 12'YÊ SIBATA 2020'AN 2020-02-12 09:00:40 *Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Emran Emekçî, diyar kir ku ji ber ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan xwedî xeta ji bo gelane, hêzên desthilatdar li dijî wî komplo ava kirin û got: “Di şexsê Ocalan de hemû pergalên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî hatin bypasskirin. Azadiya Ocalan bi azadiya civakê ve girêdayî ye.”  * Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan, bal kişand ser komploya navdewletî û wiha got: "Ev komplo li dijî gelê Kurd û Rojhilata Navîn e. Îro komplo bi tecrîdê didome. Divê her kes li dijî vê yekê têkoşînê xurt bikin.   * Lijneya Çavdêrî û Îdarî ya Girtîgeha Jinan a Amedê, bi hinceta "Ewlehiyê dixe talûkeyê" kişandina wêneyên komî li girtiyan qedexe kir. Biryar ji aliyê dadgehê ve hat erêkirin. Parêzerê TUAY-DER'ê Şerzan Yelboga, diyar kir ku ev biryar li dijî zagonan e."    * Parêzer R.Û. ku dema ji bo hevjînê xwe bibîne çûbû Girtîgeha Tîpa L a Turkoglûyê, hatibû tacizkirin, heqaret lê hatibûn kirin û gef lê hatibûn xwarin. R.Û., diyar kir ku hê jî lêpirsîn wekî xwe yê berê ye û got, katîb jê re gotiye "hê dor nehatiye dosyeyê."    * Parlamentera HDP’ê Ayşe Acar Başaran a di nava şandeya çû serdana Qempa Mexmûrê ya li Hêrêma Kurdistana Federe cih girt de, diyar kir ku ev pirsgirêkek wijdaniye û got: “Min berê jî ablûke dîtibûn, lê ambargoya ku kurd danin ser kurdan pir bi êşe. Divê ku ev ambargo bê rakirin.”    * Malbata Yilmaz, ji bo debara xwe bike nan çê dike û difiroşe. Reşat Yilmazoglû anî ziman ku ji bo kar çûye ÎŞKÛR'ê, lê belê jê re gotine: "Apo hê ciwan li benda kar in. Îjara em ji ku peyda bikin ji te re".    * Partiyên kurd ji bo yekîtiya neteweyî 2 komîsyon ava kirin. Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, diyar kir ku ew ê du komxebatan li dar bixin û got: "Armanca me ya ewil, em di nav xwe de bibin yek".    * Çalakiya karkerên jin ên ji ber ku endamên sendîkayê bûn ji Tekstîla SF Tardeyê ji kar hatin dexistin, di roja 110'an de ye. Karker Sevcan Sarioglan, diyar kir ku bi îdiayên bêbinî ji kar hatiye derxistin.    * Li Wanê, berfa li ser baniyan kom bûyî û şambelîlkên bi sivêrnekan çê bûne, welatî nikarin di peyarêyan de bimeşin.    * Bahattîn Noyan ku 20 sal in bi qeyika xwe masiyan ji Çemê Dîcleyê digire, anî ziman ku ji ber zevtkirina masiyan a bi jenerator û dînamîtan hejmara masiyên li Dîcleyê kêm bûne.    * Rojnamevan Azîz Orûç ku di Girtîgeha Tîpa L a Panosê de ye, ragihandiye ku ji roja hatiye girtin heta niha pirtûk û kinc nedane wî û gotiye, nameyên ji girtiyan re tên jî nadin wan.    * Ji ber Bendava Ilisûyê gorên 199 jîngehan di bin avê de dimînin. Her wiha serlêdanên malbatan ên ji bo veguhastina goran jî bêbersiv mane.    * Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Nîhat Akkaya ku li Antalyayê di Newroza 2019'an de ji ber ku gotibû "Birêz Abdullah Ocalan" hatibû girtin û paşê hatibû berdan, diyar kir ku axaftina wî kiriye ne sûc e û got: "Lê em HDP'ê û hêzên demokrasiyê, em ê AKP'ê bişînin ser sergoyê dîrokê".    * Danişîna doza Omer Faruk A., yê xwest Y.O. bikuje û doz lê hat vekirin dê li 8'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê bê dîtin. (10.30)    * Sazî û dezgehên çand û huner û ziman ên kurdî ji bo balê bikişînin ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dê li Şanoya Bajêr a Amedê civîna çapemeniyê li dar bixin. (11.00)   * Parlamentera HDP'ê ya Enqereyê Filiz Kerestecioglu, dê têkildarî tundiya li ser jinan civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00)   * Hêza Ked û Demokrasiyê ya Îzmirê, dê têkildarî geşedanên dawî li Baroya Îzmirê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)   * Platforma Jinan a Rihayê dê têkildarî windakirina Gulîstan Doku li Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.30)