Parêzer ji bo biçin Îmraliyê serlêdan kirin 2020-02-11 16:34:52     STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ku li Girtîgeha Ewlhiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê girtî ye,  Nevroz Uysal, Faîk Ozgûr Erol, Cengîz Yureklî û Mazlûm Dînç, ji bo ku bi muwekîlê xwe re hevdîtin pêk bînin, serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.    Parêzerên Ocalan Newroz Ûysal û Rêzan Sarica, di 2'ê Gulan, 22'ê Gulan, 12'ê Hezîran, 18'ê Hezîran û 7'ê Tebaxa 2019'an de çûbûn Îmraliyê pê re hevdîtin kiribûn. Parêzer ji 7'ê Tebaxa 2019'an ve her heftê serî li dozgeriyê didin, lê hemû serlêdanên wan bê bersiv mane.