Îrfan Arslan ê îşkence lê kirin hat girtin 2020-02-11 16:31:32 ERZIROM – Îrfan Arslan ê li navçeya Gogsiyê bi îşkencekirinê hatin binçavkirin ji aliyê dadgehê ve hat girtin. Li gundê Çawûş ê girêdayî navçeya Gogsî ya Erziromê di 8’ê sibatê cendirmeyan bi ser gund de girtibû û Îrfan Arslan û hevjîna wî Şevîn Arslan û bavê wî Halîs Arslan binçav kiribûn.    Îrfan Arslan di serdegirtina malê de bi îşkenceyê re rû bi rû ma û du parsûyê wî hatin şikandin, enî, poz û serê wî jî hatin şikandin. Hat zanîn ku tevî îşkence li Arslan hatiye kirin jî Nexweşxaneya Dewletê ya Erziromê û Nexweşxaneya Perwerdehiyê û Lêkolîna ya Herêma Erziromê rapora îşkenceyê nedanê.    Ferdên malbata Arslan ên 4 roj bûn di binçavan de bûn, piştî îfadeyên li Miduriyeta Polîsan birin Dadgeha Erziromê. Îrfan Aslan bi angaşta “Alîkariya rêxistinê kiriye” hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Erziromê.    Şevîn Arslan û Halîs Arslan jî bi biryara şertê kontrola edlî hatin berdan.