Yekîneya ji 32 kesan pêk tê şandin herêma aşûtê 2020-02-11 16:12:42   WAN - Yekîneya ku ji 32 kesan pêk tê, ji bo Mehmetcan Taşdemîr ê di 4'ê Sibatê de li Navçeya Miksê ya Wanê di bin aşûtê de ma, rizgar bikin çûn herêma aşûtê.    Di 4'ê Sibatê de li navçeya Miksê ya Wanê aşût hat û 5 kesan jiyana xwe ji dest dabûn. Di 5'ê Sibatê de jî dema yekîneyên rizgarkirinê bi hawarê çûn ji ber rêbazên şaş aşûta duyemîn hat. Di bûyera aşûtê de bi giştî 41 kesan jiyana xwe ji dest dan. Piştî şertû mercên hewayê dijwar bûn, yekîneyên rizgariyê di 7'ê Sibatê de navber dan lêgerînê. Îro dîsa yekîneya ku ji 32 xebatkarên AFAD, esker û UMKE'ê pêk tên  ji bo xebatkarê Îtfaiyê Mehmetcan Taşdemir ê di bin aşûtê de maye rizgar bike çûn herêma aşûtê.      Dîsa li aliyê din li herêma Ebexê ya Wanê 10 jê welatiyên Afganistanê û 3 jê welatiyên Kobanê bi giştî 13 kesan li ser sînor qefilîbûn û jiyana xwe ji dest dabûn. Esker û rayedarên Rêya Bejayî piştî nirxandinan dê biçin herêmê û lêgerînê berdewam bikin.