‘Tecrîdkirina aşitiyê, teslîmbûna tarîtiyê ye’ 2020-02-11 15:08:45 AMED – Berdevkê Plarforma Ked û Demokrasiyê Sîraç Çelîk, diyar kir ku tecrîdkirina aşitî û demokrasiyê teslîmbûna tarîtiyê ye û got: “Em dixwazin ku rayedar demildest ji bo aşitî û demokrasî pêş bikeve, bi aliyan re biaxivin. Çareserî bi diyalogê pêkan e.” Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bi mijara "Hema niha aştî" li Şaxa Hejmara 1 a Egitim Sen'ê ya Amedê civîna çapameniyê li dar xist. Pekhateyên platforma kedê, Rêveberên HDP’ê, Jinên Ciwan û Meclîsa Ciwanan ên HDP’ê û Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan tev li civînê bûn. Li salonê pankarta "Em di daxwaza aşitiyê de israr dikin" daliqandin. Berdevkê Plarforma Ked û Demokrasiyê yê Demê Sîraç Çelîk axivî. Çelîk, bal kişand ser Destûra Bingehîn a 1921’ê û 1924’ê û wiha axivî: “Dema em li dîroka komarê dinêrin qeyranên aboarî, civakî û siyasî normalbûne û bûne perçeyekî jiyana me. Bi taybetî pergalê bawerî û nasnameyên cuda ji xwe re wek xeter dîtî ye. Vê rewşê jî bi xwe re polîtîkayên zextê anî ye. Daxwazeke maf ya herî biçûk jî bi tundî û zextê bersiv dayîn bi rewşeke ku ji nav dernekevin encam girtiye.”   ‘HESABÊN ERZAN PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ JI HOLÊ RAKIR’   Çelîk, bibîrxist ku pirsgirêkên ku nehatine çareser kirin beriya 40 salan vegerîne pevçûnê û ji van pevçûnan bi hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dane û wiha axivî: “Ev rewşa tevlîhev tundî asayî kiriye. Di 2013’an de li vî welatî pêvajoya çareseriyê destpê kir û baweriya civakê ya ku pirsgirêkên kombûyî werin çareser kirin zêdêbû. Lê hesabên erzan yên siyasî ev pêvajo ji holê rakir û welat kişandin nava tevlîheviyê. Bêhiqûqiyên ku li her qada jiyanê xwe didin nîşandan li girtîgehan jî derdikeve pêşberî me. Rewşa girtiyên nexweş li ber çav nayê girtin û terkî mirinê tên kirin, hevdîtîna malbatan û parêzeran tê asteng kirin. Ji aliyê din girtîgeh di encama van sepanên bê hiqûqî bi kesên siyaseta demokratîk dikin re tên dagirtin.”   ‘DIVÊ QENALÊN DEMOKRATÎK WERIN VEKIRIN’   Çelîk diyar kir ku wek Platforma Ked û Demokrasiyê ji bo ku qeyrana heyî ji holê rabe divê qenalên demokratîk werin vekirin û wiha berdewam kir: “Di welatê me de pirsgirêka kurd heye û encax bi axaftin û têgihiştineke dualî were çareser kirin. Di rêbazên kevin de înad kirin ji rondikên çavan zêdetir tiştekê bi me nade qezenç kirin. Divê mînakên çareseriyê yên cîhanê demildest ji xwe re wek mînak bigirin, dest ji sepanên kêfî berdin û divê astengiyên tesîskirina aşitiyê ya ku pêwistiya gel pê heyî werin rakirin. Dîsa weke rêveberên 2013’ê înîsîyatîf were girtin û şertên ku alî werin ba hev bên afirandin. Aşitiyeke mayîn de ya li welatê me dê pêvajoyên neyên çareser kirin yên Rojhilata Navîn û welatê me ji holê rake.”   ‘JI BO AŞITÎ WERE TESÎS KIRIN BI ALIYAN RE BIAXIVIN’   Çelîk, herî dawî got ku wek Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê dibêjin tecrîdkirina aşitî û demokrasiyê teslîm bûna tarîtiyê ye û got: “Em dixwazin ku rayedar demildest ji bo aşitî û demokrasî ya pêwistiya gel pê heyî ku were tesîskirin bi aliyan re biaxivn.”