Dozger Pirtûka Rojnameger Aykol 'materyala rêxistinî' hesiband 2017-12-14 10:05:11 ENQERE - Rêveberiya Girtîgeha Edîrneyê, ji ber pirtûka Rojnameger-Nivîskar Huseyin Aykol di hucreya girtiyan de hat dîtin, der barê 3 girtiyan de, dest bi lêpirsîna dîsîplînê  kir. Aykol vê biryarê wek biryareke "ecêb" nirxand û wiha got: "Hêzên ewlekariyê jî wek çavkanî serî li vê pirtûkê didin."  Hikumxwarê bi navê Kubilay Uçucu yê li Girtîgeha Tîpa F a Edîrneyê girtiye, nameyek şand û di nameyê de binpêkirinên mafan û sepandinên kêfî yên li girtîgehê ragihandin.    Uçucu diyar kir ku bi OHAL'ê re binpêkirinên mafan gelek zêde bûne. Uçucu got ku rêveberiya girtîgehê beşa pîvekî ya li çapa duyem a pirtûka "Bölüne Bölüne Büyümek-Türkiye'de Sol Örgütler" a Rojnameger Huseyin Akyol hatiye zêdekirin wek "materyaleke rêxistinî û xebateke teorîk" hesibandiye. Uçûçû diyar kir ku ji ber ev pirtûk di hucreya wan de bûye tevî wî der barê hevalên wî Velî Dîkme û Guven Guzeler de lêpirsîna dîsîplînê hatiye vekirin. Uçûcû di nameya xwe de ev tişt gotin: "Pirtûk jî û pêveka wê jî herî kêm 3 sal in li hucreyê ne. Dema hat dayîn jî hatiye kontrolkirin, mohrkirin, qeydkirin û wisa hatiye dayîn. Lê niha ji ber ev pirtûk li cem me ye, dixwazin me ceza bikin. Ev der Tirkiye ye."    'HÊZÊN EWLEKARIYÊ JÎ WEK ÇAVKANÎ SERÎ LI VÊ PIRTÛKÊ DIDIN'    Rojnameger-Nivîskar Huseyin Aykol vê biryara îdareya girtîgehê wek biryareke "ecêb" nirxand û wiha got: "Pirtûka min a Rêxistinên Çep a rast tevî navên xwe yên berê heta niha 30-40 hezar heb jê hatine firotin. Nêzî 10-15 salan e ev pirtûk li piyaseyê ye. Tiştê dizanim ev pirtûk hema bêje çûye hemû girtîgehan û li wir hatiye xwendin. Her wiha ev pirtûk tenê ne ji ji bo çepgir û demokratan, hêzên ewlekariyê jî wek çavkanî serî li vê pirtûkê didin. Her hal hayê karmendên ciwan û nû ji vê pirtûkê tune ye û muameleyeke wisa kirine."    Aykol, destnîşan kir ku li girtîgehan lêgerîn zaf zêde bûne û di van lêgerînan de peywirdar bi "provokatîfî" tev digerin û bi vê yekê dixwazin înfaza girtiyan bê şewitandin. Aykol wiha got: "Di lêgerînan de wisa bi provokatîfî tev digerin ku dixwazin girtî li dij derkevin û da bi tawanbariya 'lidijderketina hêzên dewletê' lêpirsînê bidin destpêkirin. Hata piştî van lêpirsînan îtirazên tên kirin neyên qebûlkirin, cezayê hucreyê tê dayîn. Çi girtî çi hikumxwar ferq nake. Tabî dema girtî be di salekê de tu nikarî înfazê bişewitînî, lê yê hikûmxwar dema di salekê de 3 caran cezayê hucreyê lê bê birîn înfaza wî tê şewitandin. Yanî bi van lêgerînan dixwazin girtî û hikumxwar li dij derkevein û cezayê dîsîplînê li wan bê birîn. Îro pirtûka min e, wê sibê ya yekî/e din be. Heta ji ber pirçikandina gihayekî ku xwe bi xwe li hewadariyê hêşîn hatiye girtiyek û gardiyanek ketine qirika hev û ji ber vê der barê girtî de lêpirsîn hatiye destpêkirin."