Koçberê bi saxî ji firtûneyê xelas bû: Em 300 kes bûn, 40 kes qerisîn û mirin 2020-02-11 14:39:18 WAN - Me xwe gihand koçbereke ji firtûneya Ebex bi saxî xelas bû. Koçberê bi saxî xelas bû, diyar kir ku ew 300 kes bûn, 4o kes di firtûnê de qerisîn û jiyana xwe ji dest da.  Li gundê Navrî ya girêdayî navçeya Ebex a Wanê, berî çend rojan 13 koçber ji ber firtûneya berfê qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Koçberê ciwan ê ji Afganê ku di vê koma koçberan de cih girt, tiştên jiyan ji Ajansa Mezopotamya (MA) re evgot.    'ME SERÊ ŞEXSÊ 700 DOLAR DA QAÇAKÇIYAN’   Ciwanê Afgan ê 19 salî ji ber fikar û ewlekariya xwe nexwest em navê wî binivîsîn. Ciwanê Afgan, diyar kir ku ew bi 300 kesan re ketin rê û wiha axivî: “Me serê şexsê 700 dolar dan mirovên qaçakçî. Niha perê min û hevalên min qet nemane. Em birçî mane. Em nizanin, em ê çend rojan li cihê em lê ne bimîn in. Min li xizmên xwe yên li Tirkiyeyê dimînin pere xwest. Çawan ku pere ji min re were ezê biçim bajarek din.”    'EM 300 KES BI HEVRE HATIN'   Ciwanê koçber, bal kişand ser şerê li welatê xwe û bi girî wiha got: “Min di şer de bavê xwe winda kir. Bavê min daristanvan bû. Li herêma me şer û pevçû rû dan û bavê min di şer de jiyana xwe ji dest da. Ji ber vê ez jî ji şer reviyam û hatin Tirkiyeyê. Ez  ji Afganîstanê hatim Îranê. Ji Îranê jî ez bi komeke 300 kesî re hatim sînorê Tirkiyeyê. Ji Afganîstanê heya sînorê Turkiyeyê em bi meş hatine.”    '40 KES QERISÎN Û JIYANA XWE JI DEST DAN’   Ciwan bal kişan ser tiştên di rêde jiyan û wiha bilêv kir: “Ji me re gotin, ji Îranê heya Tirkiyeyê rêyek kurt heye. Dema em bi rêketin, li ser rêya me pir befir hebû. Ji ber firtûneyê, 40 kes qerisîn û jiyana xwe ji dest dan. Me bi çavên xwe şahidiya vê yekê kir. Dema ku firtûneyê rû da, me rêya xwe winda kir. Di bêhna herî dawî de me canê xwe xelas kir. Me hewl da ku em dîsa vegerîn Îranê. Rêya ku em tê re hatibûn, bi berfê hatibû girtin. Bi zor û zehmetiyek mezin em gihan Îranê. Em du rojan li wê derê man. Dûre dîsa em ber bi Tirkiyeyê ve ketin rê.”   Ciwanê 19 salî, da zanîn ku hevalekê wî jî di firtûneyê de jiyana xwe ji dest da û wiha rêz kir: “Ciwanek pir baş bû. Dema sekerat dikir, me xwest em alîkariya wî bikin. Lê ligel hemû hewldanan jî me nekarî em wî xelas bikin. Dûre me bihîst ku polîsên Îranê cenazeyên koçberan girtin.”   'DI KOMA ME DE JINEK HEBÛ’   Ciwanê Afgan, dest nîşan kir ku dema cara duyemîn jî ketin rê, dîsa firtûne rabû û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ligel firtûneya heyî jî em rê diçûn. Lê me nedizanîn em bi ku ve diçin. Piştre me bihîst ku em gehiştine Wanê. Dema ku em li Wanê bûn, qaçaxçiyên li Afganîstanê, bi telefonê li qaçaxçiyên li Tirkiyeyê geriyan û em ber alî dikin. Gava em bi rê ketin jinek jî hebû. Dibe ku ev malbatek bû. Piştî firtûneyê min agahî ji wan negirt.”    MA / Adnan Bîlen