29 roj in aqûbeta Çelîkê ku Walîtiyê got 'tevkar' e nayê zanîn 2017-12-14 10:04:26 AMED - Di 16'ê Mijdarê de li navçeya Hezroyê pevçûnek çê bûbû. Hidir Çelîkê zewicandî û xwedî zarok, ê ku hatibû zevtkirin û ji aliyê Walîtiya Amedê ve wek "tevkar" hatibû derpêşkirin, 29 roj in agahî jê nayên girtin.  Di 16'ê Mijdarê de li bejahiya gundê Zoxbirîm ê Hezroya Amedê pevçûnek qewimîbû û di pevçûnê de 2 HPG'iyan jiyana xwe ji dest dabûn û kesek jî hatibû zevtkirin. Walîtiya Amedê di daxuyaniya xwe ya der barê pevçûnê de wiha gotibû: "Tevkarê terorîstan bi saxî hat zevtkirin." Kesê ku hat îdiakirin tevkar e, derket holê ku Hidir Çelîkê ku xwedî zarok û bi sewalvaniyê re bilî dibe û ji gundê Qubik ê Hezroyê ye.    Hat derpêşkirin ku di dema pevçûnê de Çelîk ji bo kirîna sewalan li gund bûye. Hat diyarkirin ku wesayîta wî ya bi marka Volkswagen Pasat û bi plakeya 06 BZ 0990 ji aliyê kesên sivîl ve hatiye gulebarankirin û Çelîk birîndar bûye. Piştî bûyerê malbata Çelîk çû gund û der barê bûyerê de agahî ji gundiyan wergirtin û ji bo hîn bibin ka Hidir Çelîk li kuderê ye tev geriyan.    HAYÊ HEZRO, FARQÎN Û AMEDÊ JÊ TUNE YE!    Malbatê ewil serî li qereqola li gundê Milkesiyê da. Qereqolê pêşî ji malbatê re gotiye hayê wan jê heye, lê belê paşê piştî hevdîtina telefonê ya rayedarê leşkerî hatiye gotin ku ew nizanin Çelîk li kuderê ye û berê malbatê dan Hezroyê. Malbat serî li Fermandariya Cendirmeyan a Hezroyê da, lê belê ji wan re hat gotin ku biçin Farqînê. Malbat li Farqînê jî tu encam wernegirtin û vê carê berê xwe dan yekeyên cendirme û muduriyetên polîsan. Lê belê tu agahî wernegirtin û hîn jî malbat nizane ka aqûbeta Hidir Çelîk çî ye.    Di ser bûyerê re 29 roj derbas bûne, lê belê malbat hîn jî agahî ji Çelîk wernegirtine. Malbatê vê carê hewl da bi riya parêzeran li Çelîk bigerin. Lê belê ji ber der barê Çelîk de biryara binçavkirinê tune ye tu agahî wernegirtin.    Malbatê serî li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê da.