Li Îdlibê helîkoptera Sûriyeyê hat xistin 2020-02-11 13:34:58   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Îdlibê helîkoptereke Sûriyeyê ji aliyê komên ku Tirkiye piştgirî dide wan ve hat xistin.    Li Îdlibê ku di rojên dawîn de tansiyon lê bilind bûye, helîkoptereke Sûriyeyê hat xistin. Helîkopter, li herêma Serakîbê ji aliyê komên girêdayî Tirkiyeyê ve hate xistin. Hin çavkanî jî angaşt dikin ku helîkoptera ketî ya Rûsyayê ye.