Rûsya: Divê hemû êrîşên terorîst ên li Îdlibê bi dawî bibin 2020-02-11 13:33:09   NAVENDA NÛÇEYAN - Kremlîn, têkildarî gengeşiya li Îdlibê daxuyanî da û diyar kir ku divê hemû êrîşên li dijî hêzên Sûriye û Rûsyayê bi dawî bibin.   Li Îdlibê tansiyon roj bi roj bilind dibe û dewlet li dijî hev daxuyaniyan didin. Kremlînê, têkildarî gengeşiya li Îdlibê daxuyanî da û ev tişt got: "Divê hemû êrîşên li dijî hêzên Sûriye û Rûsyayê bi dawî bibin." Berdevkê Kremlînê Dîmîtrî Peskov, got ku divê Peymana Soçiyê ku Tirkiye garantorê hêzên çekdar e pêk bê.