Sewqiyata leşkerî ya ber bi Îdlibê ve didome 2020-02-11 12:32:50   HATAY - Sewqiyata leşkerî ya TSK'ê ya ber bi sînorê Hatay û Îdlibê  berdewam dike.    Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK), sewqiyata xwe ya leşkerî ya ji bo nuqteyên çavderiyê yên li Îdlibê û sînorê Hatayê berdewam dike. Ji bo ve yekê gelek wesayîtên zirxî yên leşkerî sewqî Gara Îskenderûnê hatin kirin. Hat hînbûn ku beşeke vî cebilxaneyî sewqî sînorê Hatay û nuqteyên çavderiyê yên li Îdlibê hatiye kirin.    Li aliyê din hat ragihandin ku liv û tevgera leşkerî li navçeyên Kirikhan û Reyhanli yên Hatayê jî zêde bûye.