Li Mersînê 12 kes hatin binçavkirin 2020-02-11 12:23:05   MERSÎN - Li Mersînê 12 ciwan di serdegirtina malê de hatin binçavkirin.    Li Mersînê polisan, di saetên serê sibehê de bi ser 13 malan de girtin. Di serdegirtinan de polisan 12 ciwanan binçav kir. Kesekî ku derbarê wî de biryara binçavkirinê hebû ji ber ku ne li mal bû, nehat binçavkirin. Hat hînbûn ku bi hinceta ku endamên Tevgera Ciwanên Şoreşgher (DGH) in, ciwan hatine binçavkirin. Ciwan li Miduriyeta Polisan a Mersînê tên ragirtin.