Heyeta Rûsya çû heyeta DYA tê 2020-02-11 12:05:49 ENQERE - Tirkiye têkildardî Idlibê bi Rûsya re hevdîtin kir, lê heta niha tu encam û çareserî ji hevdîtinê derneket. Niha jî nûnerê taybet ê DYA'yê yê Sûriyeyê James Jeffrey tê Enqereyê. Serokê MHP'ê Bahçelî jî ji AKP'ê xwest ku ketina Şamê têxin plana xwe û dersê bidin Sûriyeyê.    Şer û rageşiya li Idlibê berdewam dike. Heta niha di şerê di Idlibê de 12 eskerên TSK'ê jiyana xwe ji dest dan. Serokê MHP'ê Dewlet Bahçelî ji Erdogan û AKP'ê xwest ku berê xwe bide Şamê û têkevin şamê û hesap ji Sûriyeyê bipirsin. Di vê pêvajoya rageşî zêde dibe heyeta Rûsya hat Enqereyê û çû. Lê heta niha tu encam ji hevdîtinên navbera Enqere û Rûsyayê derneketin.