Îdianameya der barê Hevşaredarê Sûrê Ozdemîr de hat amadekirin 2020-02-11 09:00:23 AMED - Îdianameya der barê Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr de hat amadekirin. Di îdianameyê de tê xwestin ku ji 17 salan heta 36 salan ceza li Ozdemîr bê birîn.  Wezareta Karên Navxweyî, di 21'ê Kanûna 2019'an de qeyûm tayînî Şaredariya Sûrê kiribû û piştî tayînkirina qeyûm bi 2 rojan Hevşaredarên Şaredariya Sûrê Cemal Ozdemîr û Fîlîz Bûlûttekîn hatibûn girtin.    Îdianameya Hevşaredar Cemal Ozdemîr hat amadekirin û Dadgeha Cezayê Giran a 8'an a Amedê jî îdianame qebûl kir. Di îdianameyê de tê xwestin ku bi îdiaya "endamtiya rêxistinê", "propagandaya rêxistinê", "peydakirina çek û fîşekên wan" û "bêyî destûr peydakirina madeyên talûke" ji 7 salan heta 36 salan ceza li Ozdemîr bê birîn.    Danişîna ewil a dozê, dê di 10'ê Adarê de bê lidarxistin.    Di îdianameyê de 22 çalakiyên (daxuyaniyên çapemeniyê, bîranîn, merasîma cenazeyan, şîn, xebatên kongre û hilbijartinê) ku Ozdemîr tev li wan bûye sûc hatine hesibandin. Her wiha endamtiya Ozdemîr a ji bo MEYA-DER'ê jî sûc hatiye hesibandin. Ji xeynî vê îfadeyên şahidekî nepen jî di îdianameyê de cih digire.    Di îdianameyê de beşdarbûyîna Kongreya Asayî ya 2'yan a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê jî sûc hatiye hesibandin. Daxuyaniya çapemeniyê ya tevî Hevserokên Giştî yên HDP'ê Pervîn Bûldan û Sezaî Temellî ku der barê tifaqa bi partiyên kurdan re jî sûc hatiye hesibandin. Her wiha beşdarbûyîna Ozdemîr a ji bo civîna KCD'ê, daxuyaniya der barê grevên birçîbûnê, aşkerekirina "rapora qeyûman" û daxuyaniya der barê dûrxistina ji peywirê ya Selçûk Mizrakli jî di îdianameyê de sûc hatine hesibandin.    Di îdianmeyê de tişta ecêb jî îfadeya şahidekî nepen e ku şahidê navbirî navê Ozdemîr nizane. Parvekirinên medyaya civakiyî yên Ozdemîr jî wekî "propandaya rêxistinê" hatien hesibandin.    Di îdianameyê de zerfeke ku di sala 2015'an de di wesayîtekê de hatiye dîtin û li ser "Birêz DBP'a Sûrê" nivîsandî jî cih digire. Di îdianameyê de tê gotin ku ev zarf di wesayîteke li pêşiya wesayîta ku di 9'ê Îlona 2015'an de tê de çek hatine dîtin de bûye û li ser vê zerfê dewsa tiliyên Ozdemîr hebûye.    MA / Aydin Atay