ROJEVA 11'Ê SIBATA 2020'AN 2020-02-11 09:00:00 * Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan diyar kir ku ji ber ew li gorî daxwazên hêzên emperyalîst ên cîhanê ku çav berdane dewlemendiyê Rojhilata Navîn tev negeriya, rastî komployê hat. Ocalan ku 21 salin li Îmraliyê girtî ye, lîstika van hêzan xera kir û li gorî rastiya dîrok û civakê di aştiya bi rûmet û çareseriya demokratîk de israr kir. (dosya)  * ESP'ê  ji bo zemkirina ceryan, ava û heqê rê bê betalkirin kapmpanyaya îmzeyê da destpêkirin. ESP'a Edeneyê jî ji bo kampanyayê gazî edeneyiyan kir û got, ji ber polîtîkayên şerî yên îqtîdarê her diçe nanê gel kêm dibe.    * Pîrê Ocaxa Xizir a Uryanê Alî Buyukşahîn, ji bo meh û rojiya Xizirê got: "Xizir, bi hawariya kesên di desttengiyê de ne diçe. Mizgîna biharê ye".    * Îdianameya der barê Hevşaredarê Sûrê Cemal Ozdemîr de hat amadekirin. Di îdianameyê de tê xwestin ku ji 17 salan heta 36 salan ceza li Ozdemîr bê birîn.    * Hunermend Mîkaîl Aslan, destnîşan kir ku muzîka kurdî ku li dijî polîtîkayên asîmlasiyonê têdikoşe, di heman wextê de ji ber sektora zewqî jî serê wê di belayê de ye û got, piştgiriya hunermendên muzîka kurdî pêş ve dixin nayê kirin.    * Hevberdevkê HDK'ê Sedat Şenoglû, diyar kir ku li Tirkiye û herêmê li hemberî siyaset krîzî bernameyeke çareseriyê berpêş kirine û di fîkriyata vê bernameyê de keda mezin a Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan e. Şenoglû, got: "Divê HDP, ji rewşa parastinê derkeve. Startejiyeke hemleyî pêş ve bixe".  * Daneşîna îttîrafkar Hîcran Berna Ayverdî ku li ser îfadeyên wê Hevşaredarê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli û Hevşaredara Peyasê Kezîban Yilmaz hatibûn girtin, bê dîtin. (10.30)   * Piştevaniya Taksîmê, têkildarî Doza Geziyê dê li Şaxa Odeya Avahîsazan a TMMOB'ê ya Buyukkentê ya Stenbolê civîna çapameniyê li dar bixe. (11.00)    * Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê, bi mijara "Niha pêre Aşitî" li Şaxa Hejmar 1 a Egitim Sena Amedê civîna çapameniyê li dar bixe. (12.30)   *Şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê, têkildarî qetilkirina Şeyma Yildiz daxuyanî bide çapameniyê. (12.30)   * 4'emîn daneşîna doza Hulya Halaçkaya ku di 25'ê Tebaxa 2019'an de li navçeya Gonguren a Stenbolê hevjînê xwe yê ku tundiyê lê dikir kuşt, 4'emîn Dadgeha Sizaya Giran a Bakirkoyê bê dîtin. (14.00)   * Daneşîna doza 6 jinên ku ji ber belavokên 25'ê Mijdarê belav kiribûn, hatibûn girtin dê Edliyeya Çaglayanê bê dîtin. Beriya daneşînê Rêxistina HDP'ê ya Stenbolê li ber edliyeyê daxuyanî bide çapemeniyê. (14.30)     * HDP, CHP, MHP ve IYÎ Partî komcivînên xwe yên li Meclisê pêk bînin.