‘Xizir bi hawariya kesên di destengiyê de diçe' 2020-02-11 09:00:16 SEMSÛR – Pîrê Ocaxa Xizir a Uryanê Alî Buyukşahîn, ji bo meh û rojiya Xizirê got: "Xizir, bi hawariya kesên di desttengiyê de ne diçe. Mizgîna biharê ye".  Pîrê Ocaxa Xizir a Uryanê Alî Buyukşahîn, ji bo meh û rojiya Xizirê got: "Xizir, bi hawariya kesên di di desttengiyê de ne diçe. Mizgîna biharê ye". Buyukşahîn, anî ziman ku di dînê îslam, xirîstiyan û musewîtiyê de Xizir qencekî mezin e û got, Xwedê Te'ala ji bo ku alîkariya mirovan bike Xizir şandiye. Buyukşahîn, diyar kir ku Xizir zatekî pir mezin e û got: "Xizir, kesekî pir girîng e. Pir nayê zanîn ka Xizir kengî hatiye dinê û çi qasî maye. Lê belê tê gotin ku ji çaxa Hz. Îbrahîm ve hatiye dinê û ligel gelek pêxembaran maye û hevrêy wan bûye. Loma ji bo hemû dînan zatekî qenc e".    Buyukşahîn, anî ziman ku di dînê îslamê de Xizir bêtir li pêş e û got: "Em her sal di meha Sibatê de Xizir bibîr tînin. Em ji bo wî hin çalakiyan li dar dixin. Ev mijar ji bo me mijareke pir girîng e. Li rû erdê Xizir alîkariya mirovan dike. Hz. Îlyas jî di nav behrê de alîkariya mirovan dike. Xizir û Hz. Îlyas di 6'ê Gulanê de tên cem hev du û roja tên cem hev û ji bo vê rojê Xidirellez tê gotin. Elewiyên bektaşî hem ji bo Xizir hem jî ji bo Hz. Îlyas cemê dikin û loqmeyan belav dikin".    ‘XIZIR QENC E, EWLIYA YE'    Buyukşahîn, diyar kir ku di elewîtiyê de Xizir kesekî pir girîng e, ji bo Xizir cem tê kirin, ji 13'ê Sibatê heta 20'ê Sibatê rojî tê girtin, hin kes 4 rojan, hin kes 5 rojan û hin kes jî 7 rojan rojiyê digirin. Buyukşahîn, got: "Piştî rojên Xizir vê carê jî loqmeyên Xizir tên belavkirin. Piştî Rojiya Xizir cem tê kirin. Yanî Xizir bi vî awayî tê bibîrxistin. Ji bo elewiyên bektaşî Xizir û Hz. Alî wekî hev in. Çimkî Xizir di sûretê Hz. Alî de hatiye dîtin û Hz. Alî jî di sûretê Xizir de. Çend rîwayetên din jî ên bi vî rengî hene. Ji bo me Xizir qenc e, ewliya ye, bi hawariya kesên di zor û zehmetiyê de ne diçe. A rast Xizir pêxember e, kesekî ewliya ye. Yanî piştî Hz. Yûsûf çû ber rehma Xwedê, Hz. Xizir b»ye pêxember. Di heman demê de ji bo me nebî ye jî. Tu çi qas rojî bigirî tu ji bo Xwedê digirî. Elewî di cemên xwe de ji bo Xizir beytan dibêjin".    ‘DIVÊ EM BI HEV RE BIJÎN'    Buyukşahîn, destnîşan kir ku ji ber bajarîbûyînê mirov bi pirsgirêkên mezin re rû bi rû dimînin û got: "Lê çi qasî zehmetiyê bikişînin jî Xizir ji bîra nakin û ji bo wî çi hewce be dikin. Berê rojî pir dihat girtin. Niha dibe ku di vî warî de sistiyek çê bûbe, lê bira mirov xwe ji bo îbadetê amade bikin û xwe ji xirabiyan dûr bixin. Rojî, hînker û perwerdeker e. Loma divê mirov bêtir şareza bin. Xwedê xwezayeke xweşik daye me. Divê em îstifadê jê bikin. Loma divê em bi awayekî aqilana tev bigerin. Xwedêyo hefza me ji şer û felaketan bikî. Çima şer çê bibin, çima eştî çê nebe. Divê em bi awayekî aştiyane bijîn. Divê em bi hev re bijîn. Çimkî Xwedê vî tiştî ji me dixwaze".