HDP'ê îşkenceya li girtîgehan ji Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê pirsî 2020-02-10 17:12:34   NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamenterê HDP’ê Abdullah Koç, îşkence û îhlalên li girtîgehan anî rojeva Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê.      Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Agiriyê Abdullah Koç, rewşa Tirkiye ya endamê Komîsyona Evrupa (AK) û îmzekirina Peymana Parastina Azadiya bingehîn û Mafên Mirovan a Tirkiyeyê anî rojeva meclîsê. Koç, mijara ku Tirkiye li gel vê peymanê  xalên “Qedexeya Îşkenceya" a 3'emîn  û ya “Qedexeya Cûdakariyê" ya 14'emîn  îmze kiriye jî  xalên 17'emîn û 10'emîn ên Destûra Bingehîn binpê kirine.  Koç, di pêşneyarnameyê de anî ziman ku Bavê Cahît Îlboga yê li Girtîgeha Tîpa F a Hêjmar 1 a Tekîrdagê Nurettin Îlboga daxwazname daye Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiyeye û cih daye bûyerên îşkenceyê. Koç anî ziman ku îdîayên bav Îlboga wiha ne: “Kurê min bi telefonê diyar kir ku rastî gelek zor û zahmetiyan tê. Kurê min di 21'ê Çile de birin dadgehê û anîn. Hem di birinê de û hem di anînê de di ketin û derketinê de rastî îşkenceya giran hatiye."    Koç, anî ziman ku li Girtîgehên Tekîrdag, Patnos a Agirî, Amed, Turkoglu ya Mereşê, Girtîgeha Bakirkoyê ya Jinan, Dîlok, Xarpêt, Konya, Osmaniye û li gelek girtîgehên din li dijî hiqûqa gerdûnî û mafên mirovan pêkanînên li dijî Peymana mafên mirovan heye. Koç ji bo pêkanînên li girtîgehan û îşkenceya heyi bê lêkolînkirin xwest Komîsyona Mafên Mirovan a Meclîsê lêkolîn bike û Xwest wesîr pirsên wan bibersîvîne.