ÎHD, HDP û CHP’ê li aqûbeta Mehmet Bal pirsî: Mehmet Bal li ku ye? 2020-02-10 16:08:46 STENBOL – Mehmet Bal ê ji Êlihê çûbû Girtîgeha Sîlîvrî hevdîtina kurê xwe 18 roj in li Stenbolê agahî jê nayê girtin. HDP, CHP û ÎHD'ê bi civînek çapemeniyê li aqûbeta Bal pirsî.  Mehmet Bal di 24’ê Çile de ji Êlihê ji bo hevdîtina kurê xwe yê di Girtîgeha Sîlîvriyê de çû Stenbolê. Bal di heman rojê de bi xizmên xwe yên li Stenbolê re hevdîtin pêk anî. Ji wê rojê şûn ve carek din agahî ji Bal nehat girtin. Bal 18 roj in winda ye. Malbata Bal bi beşdariya parlamenterên HDP’ê û CHP’ê û rêveberên ÎHD'ê li Şaxa ÎHD’a Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xist û pankarta “Mehmet Bal li ku ye?” hat daliqandin. Parlamenterên HDP’ê Meral Daniş Beştaş Mûsa Pîroglû, parlamenterê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû, rêveberên Federasyona Komeleyên Êlihê, Hevserokên HDP’a Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci, rêveberên Platforema Komeleyên Rojhilat Başûrrojhilat, rêveberên Komeleya Bekiran û endamên Komîsyona Windayan a ÎHD’ê û gelek kes beşdarî civînê bûn.    Li ser navê ÎHD’ê Leman Yurtsever axivî û diyar kir ku berpirsiyariya windabûna Mehmet Bal li ser milê dewletê ye û got: “Heke dewlet bixwaze dê xwe bigihîne Mehmet Bal. Niha jî ev bûyer binçavkirin û windakirina ji aliyê dewletê ve tîne bîra mirov.”    ‘DOZGER HELWESTEK XEMSAR NÎŞANÎ ME DA’    Kurê Mehmet Bal, Nîhat Bal jî da zanîn ku rayedaran derbarê bavê wî de agahî nedane wan û wiha got: “Rayedarên dewletê xemsar in û helwestek me biçûk dixînin nîşanî me didin. Me aqûbeta bavê min ji dozger pirsî. Dozger jî got ‘Çima wê binçav bikin, derketiye serê çiya.’ Li gorî teknolojiya îro dikarin di demek kurt de bibînin. Bavê yek ji wan kesan e, her tim telefona wî di destê wî de ye. Di cihên herî nayê dîtin jî dikarin li dîmenên MOBESE’yan binêrin. Em li benda agahiyên rayedaran in. Ez hêvîdarim wê di demek kin de daxuyanî bidin.”    ‘LÊPIRSÎNEK BI BANDOR BIDIN DESTPÊKIRIN’    Parlamenter Sezgîn Tanrikûlû jî windakirina di salên 1990’î de bibîr xist û got: “30 sal in tu tiştek nehatiye guhertin. Em bang li rayedaran dikin ku lêpirsînek bi berfirehî bidin destpêkirin.”    BEŞTAŞ: REWŞEK NE ASAYÎ YE    Parlamenter Meral Daniş Beştaş jî wiha got: “Mixabin her tim bûyer ango windakirinên salên 90’î di bîra me de ye. Mixabin div ê mijarê de tecrûbeyên bi êş bi me re hene. Ji mirinê bigire heta windakirinê mixabin kurd wek tu kesî ne wekhev in. Kurd li vî welatî winda nabin, tên windakirin. Ez hêvîdarim wê Mehemt Bal jî li kuştinên salên 90’î zêde nebe. Di roja me ya îro de agahî negirtina Mehmet Bal tiştek asayî û ji rêzê nîne. Em bang li dozger dikin ku dest ji vê nêzîkatiya xwe berde û lêpirsînek bi bandor bide destpêkirin.”    ‘EM BI FIKAR IN’    Serokê Platforma Komeleyên Rojhilat Başûrojhilat Abdulhakîm Daş jî axivî û da zanîn ku ew ji ber rewşa Mehmet Bal bi fikar in.    ‘MEHMET BAL LI KU YE?’   Her dawî birayê Hasan Ocak ê li Stenbolê hatibû windakirin û pişt re hat dîtin, Alî Ocak jî axivî û vê pirsê kir: “Çi bi Mehmet Bal hatiye û Bal li ku ye?”