Başaran: Tecrît bi berxwedanê dikare bê şikandin 2020-02-10 16:01:56 ŞIRNEX – Rêxistina HDP’ê ya Şirnexê derbarê 15’ê Sibatê panel li dar xist. Di panelê de Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran a hiqûqnas axavî û diyar kir divê di rojeva her kesî de tecrît hebe û wiha got: “Heta berxwedan nebe tecrît nayê şikandin. Li dijî ziman û nasnameya me êriş tên kirin. Heta tecrît neyê şikandin ev pirsgirêk nayên çareserkirin.” Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê, bi minasebeta 15’ê Sibatê komploya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan panel li dar xist. Panela ku li Eywana Konferansa rêxistina HDP'ê ya Navçeya Cizîrê pêk hat de Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Ayşe Acar Başaran, Parlanmenterên HDP’ê yên Şirnexê Nuran Îmîr û Huseyîn Kaçmaz, parêzerê Ocalan, Rêzan Sarica, aktîvîstên TJA’yê, rêxistinên navend û navçeyêm Şirnexê û gelek kes tevlî bûn. Panel bi rêzgirtinê destpê kir.   Di serî de parêzer Rezan Sarıca li ser hevdîtinên ku bi Abdullah Ocalan re pêk anîn axivî. Sarica derbarê kompoloya 15’ê Sibatê de hin agahî dan û behsa ji wê rojê heta niha çi gûherî kir. Sarica anî ziman ku di salên 2011-2019’an de ji bo hevdîtinê serlêdanên ku kirine hevdîtin pêk neanîne û wiha got: “Di demên dawî yên 4-5 salan de rewşên ne baş hatin jiyîn. Lê di sala 2019’an de di girtîgehan de berxwedaneke gelek girîng hat destpêkirin. Piştî vê berxwedanê me hevdîtin pêk anîn. Li ser birêz Ocalan 21 salin tecrît didome. Lê ev tecrît tu carî birêz Ocalan paşve nebir. Ji bo pirsgirêka kurd û gel çawa bêçareser kirin em zêde pêşve neçûne. Ji ber vê jî gotinê Ocalan gotinên dîrokî ne.”   ‘DIVÊ HÊZÊ BIDIN SIYASETÊ'    Sarica li ser hevdîtinên ku bi Ocalan re kirine wiha got: “Di her hevdîtinê de birêz Ocalan behsa Cizîrê dike. Ji me baştir rewşa Cizîrê dibîne.Behsa Meleyê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Mem û Zîn kir. Li ser demokrasiyê gotinên wî hebûn. birêz Ocalan digot ‘bila Cizîr êdî dev ji şînê berde. Li pêşeroja xwe bila binêrin.” Digot ev berxwedan ji sala 2020’an şûnde wek siiyaseta mêjî‘ bêrêve birin. Birêz Ocalan digot ‘divê hêzê bidin siyasetê. Li dijî komployan şiyarbin. Ji bo azad û û aştiyê rê ya 3’yem ava bikin.’ Slavên wî yên germ ji gel re hebûn.”   ‘TECRÎDKIRINA OCALAN DIDOME'    Herî dawî jî parlamenter Ayşe Acar Başaran axivî û desntîşan kir ku ji 15’ê Sibata 1999’an vir ve li ser Ocalan tecrît tê birêvebirin û got: “Tecrît hîn li ser Ocalan têmeşandin. Hevdîtin bi awayekî bêhiqûqî nayê kirin. Di hiqûqê de hevdîtinên malbatan heftane ne.”   ‘Bi saya berxwedana dayikên laçik spî ev hevdîtin pêk hat’   Başaran diyar kir ku ne li gor serlêdanên malbatan li gor daxwazên dewletê hevdîtin pêk tên û got: “Bi saya grevên birçîbûnê hevdîtin pêk hat. Di dîrokê de grevek birçîbûnê ya bi vî rengî nehat dîtin. Girtiyên ku girêdayî Ocalan bûn çalakiya xwe bi mehan domandin. 7 hevalên me jiyana xwe dest dan. Berxwedanek bi vî rengî di dîrokê de nîne. Bi saya berxwedana dayikên laçik spî ev hevdîtin pêk hat. Her çiqas berxwedan bû hevdîtin pêk hat. Piştî hevdîtina yekem me nizanibû ku hevdîtina duyem bibe yan na.”   ‘TECRÎT BÛYE SIYASETA DEWLETÊ'   Başaran wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hevdîtinên ku di salên 2013-2015’an de pêk hatin di bîra me hemû yan de ne. Zext û zordariyên ku pêk hatin di mêjiyê me de ne. Bi tecîrdê serweriya xwe berdewam dikin. Em li vir di bin tecrîdê de ne. Ev tecrît bûye wek siyaseta dewletê. Îro em hemû di bin tecrîdê de ne. Daxwaza wan ew e ku şer zêde bibe. Berê gel bi awayek hêsan dikaribûn azadiyê bixwazin. Lê îro ji ber tecrîdê newêrin bêjin azadî. Gotinên me jî di bin tecrîdê de ne.”   ‘TECRÎT DOMANDINA ŞER E'    Başaran herî dawî wiha got: “Di Rojhilata Navîn de mirov dikare jiyanek nû ava bike. Sûriye îro hatiye xeyta xilasbûnê lê dewletên din pêl bûtonê kirin. Sîstema Rojava dixwazin tune bikin. Piştî li 4 parçeyên Kurdistanê yek deng bilin bû komkûjÎ hat sekinandin. Sedema tecrîdê gelek mezine. Tecrît şere, domandina şere. Birêz Oclan gelek caran anîbû ziman ew dikare gelê kurd û gelê dinê xilas bike. Lê belê daxwaziyan wan ew bû ku vî tune bikin. Mûzakereyên ku bi Ocalan re hatin kirin de got ‘ez dikarim vî pirsgirêkên çareser bikim.’ Lê belê perfgala tu carî vî qebûl nekir. Ger ku çareserî bibûya dê li Cizîrê di jêrzemînan de mirov nehata kûştin. Heta berxwedan nebe tecrît nayê şikandin. Li dijî zimani nasnama me êrîş tên kirin. Heta tecrît neye şikandin ev pirsgirêk nayên çareser kirin. Em bi morel û coşekê jiyana nû ava bikin. Li gor ferssefeyên wî dikarin tecrîdê rabikin. Ji ber ku fersefeya wî berxwedanê nîşan dide.”   Panel bi pirs û bersivan bi dawî bû.