Bi qasî 10 kîlometreyan TIR li dû hev rêz bûn 2020-02-10 14:00:21 ŞIRNEX - Ji ber berfa ku ji duh êvarê ve dibare li Cizîrê rê qerisîn. Ji ber vê qerisînê li ser rêya Cizîr û Nisêbînê bi qasî 10 kîlometreyan TIR li dûh hev rêz bûn.  Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, ji duh êvarê ve berf dibare û ji ber vê yekê li rêya armûşê di çûn û hatinê de pirsgirêkan dest pê kir. Ji ber ku xebatên Miduriyeta Rêyên Bejahî kêm in, rêya armûşê ya di navbera Cizîr û Nisêbînê de çûn û hatin hatiye asta sekinandinê. Ji ber vê yekê di rê de qezayên trafîqê pêk hatin. Di rê de bi qasî 10 kîlomtreyan TIR li pey hev rêz bûne.    Li aliyê din ji ber barîna berfê ku ji duh êvarê ve berdewam dike, li navenda û navçeyên Şirnexê dibistan ji bo rojekê hatine girtin û ketine betlanê.