Ozgur Ardûç ê Ceren Ozdemîr kuşt, ji birîndar kirina polîsan hat darizandin 2020-02-10 13:54:22 ORDÛ - Ozgur Ardûç ê Ceren Ozdemîr kuşt û ji birîndarkirina polîsan tê darizandin, di danişînê de, diyar kir ku wî di dema bûyerê de xwestiye polîsan bi kuje.    Dirûşmeya yekemîn a doza Ozgur Ardûç ê li Orduyê, xwendakara zanîngehê Ceren Ozdemîr kuşt û cezayê muebbeta giran lê hat birîn a ji ber birîndar kirina polîsan tê darizandin li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Ordûyê hat dîtin. Polîs Zekî Çelîk, Haydar Degerlî û parêzerê bersûc beşdarî danişînê bûn. Bersûc Ardûç ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Wanê tê girtin, bi Pergala Dîmen û Deng (SEGBÎS) tevlî danişê bû.    ‘BERÎ KU SER MIN BIGERIN EZ AVÊTIM EREBÊ’   Piştî danasîna nasnameyê besûc Ardûç parastin kir û wiha got: “Pêwîst nake ku tiştekê bêjim. Di nava her du bûyer de rojek derbas bû. Berî ku li ser min bigerin ez avêtim erebê. Min xwest her duyan bikuşim.”   Ji polîsên birîndar bûn Zekî Çelîk jî, bal kişan ser roja ku bûyer pêk hat û wiha parastin kir: “Ez li kêleka bersûc rûniştim. Min navê wî pirsî. Navê xwe cuda got. Dema min nasnameya wî pirsî destê xwe avêt berîka. Lê kêr derxist û êrîşê me kir. Em her du jî birîndar bûn. Ez emeliyat bûm û tedawiya min dewam dike.” Polîs Haydar Degerlî, da zanîn ku ew gilîdarê bersûce. Şandeya dadgehê, biryar da ku girtina bersûc dewam bike û ji bo polîs Çelîk rapora tipa edlî xwest.    Dadgehê dûre danişîn taloqî 31’ê Adarê kir.