Ji bo rojnamegerên girtî pirtûk şandin 2020-02-10 13:22:45 STENBOL - Endamên Komîsyona Jinan TGS’ê, li ber Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê kom bûn, bal kişandin ser rewşa hempîşeyên xwe yên girt û dûre pirtûk ji wan re şandin.  Komîsyona Jinan û LGBTÎ ya Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiyê (TGS), bi armanca piştgiriyê bidin rojnamegerên girtî, li ber Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Bakirkoyê ya Stenbolê kom bûn û daxuyanî dan. Jinan di daxuyaniyê de dowîzên “Çapemeniya azad, civaka azad” û “Rojnamegertî ne sûce” vekirin.    Seroka Şaxa TGS’ê Banû Tuna, di daxuyaniyê de axivî û diyar kir ku ewê her  tim piştevahiyê bidin hempîşeyên xwe yên girtî. Tuna, da zanîn ku rojnameger ji ber nûçeyên nivîsandine hatine girtin û wiha got: “Li Tirkiyeyê bi giştî 85 rojnameger girtîne. Li girtîgehên Bakirkoy, Sîlîvrî, Şakran, Sîncan, Tarsûs, Metrîs, Kandira, Elbîstan, Dîlok, Kutahya, Balikesîr û li çar aliyên welat, hempîşeyên me girtîne û ji azadiya xwe hatine hemrûmkirin. Tê îdîakirin ku 85 hempişeyên me endamên rêxistinê ne, bi zorê xwestine pergala qanûna bingehîn biguherînin, heqaret li Serokkomar kirine û gel teşwîqê îsyanê kirine.”    ‘LI KU DERÊ BÊ MAFÎ HEBÛ, LI WÊ DERÊ BÛ’    Tuna, bal kişand ser nûçegihana Ajansa Mezopotamya (MA) Sadiye Eser a di 3’yê Kanûna 2019’an de bi hinceta çêkirina nûçeyan hat girtin û wiha bilêv kir: “Li ku derê bêmafî hebûya, Sadiye li wê derê bû. Ev çalakî û daxuyaniyên şopandine, hemû di îdîanameya wê de weke sûc hatine dîtin. Dîsa stranên kurdî yên duhdar dikirin, kirine dosyeya wê. Sadiye, di parvekirina xwe ya medya civakî ya herî dawî de jî gotibû ‘Rojnamegertî ne sûce.’”    JI GIRTIYAN RE PIRTÛK ŞANDIN   Tuna, xwest rojnamegerên girtî bên berdan û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi armanca piştevaniya bi girtiyan re, me dest bi kampanyay pirtûkan kir. Emê pirtûkên ku me kom kirin, ji hempişeyên xwe yên li Stenbol, Enqere û Îzmîrê dimînin re bişînin. Heya ku hevalên me azad bibin emê wan bi tenê nehêlin.”   Piştî axaftinê, endamên komîsyonê, ji rojnamegerên jin ên girtî re, pirtûk şandin.