Di doza Mehmet Sîncar de daxwaza girtina bersûc Yildiz red kirin 2020-02-10 13:08:47 AMED - 2'emîn danişîna doza kujerê Parlamenterê DEP'ê Mehmet Sincar û endamê Hîzbullahê Cîhan Yildiz, hat dîtin. Heyetê daxwaza girtina Yildiz red kir.    Parlamenterê Partiya Demokrasiyê (DEP) Mehmet Sîncar, di sala 1993'an de li Êlihê hat kuştin. 2'emîn danişîna doza kujerê Mehmet Sîncar û endamê Hizbullahê Cîhan Yildiz li 6'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê hat dîtin. Bersûc Yildiz ku serbest tê darizandin tev li danişînê nebû. Parêzerê Yildiz li salona dadgehê amade bû. Dîsa hevjîna Sincar Cihan Sincar, kurê Sîncar Ferhat Sincar parêzerên malbatê Şaneşin Aydin û Ozcan Karakoç  amade bûn. Dîsa parêzerên ÎHD'ê yên Amedê Hasan Yalçin û Hediye Saltan amade bûn. Kurê Mehmet Sîncar, Ferhat Sincar ji ber bersuc tev li danişînê nebûye nerazîbûnên xwe anîn ziman û xwest bersûc bê girtin û girtî bê darizandin. Parêzerê Sîncar Ozcan Karakoç jî xwest bersûc bê girtin û girtî bê darizandin. Hevjîna Sincar Cihan Sincar jî xwest bersûc Yildiz bê girtin û girtî bê darizandin. Lê heyetê daxwaza parêzer û malbatê ya girtina Yildiz red kir û danişîna dozê taloqî 22'ê Hezîranê kir.