Salîh Muslîm: Êdî şansê Tirkiyeyê nemaye dê hesab bide 2020-02-10 12:35:26 QAMIŞLO - Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê PYD'ê  Salîh Muslîm, der barê geşedanên li Idlibê û sekna Tirkiye ya di navbera NATO û Rusya de nirxandin kir. Muslîm, anî ziman ku divê Tirkiye tawîzan bide û wiha got "Êdî şensa Tirkiyeyê tune. Divê êdî hesab bide. Tiştekî ku Erdogan bike qêrîn nema."  Şerê Sûriye yê navxweyî 9 salin didome. Li Idlibê Operasyonê li dijî Heyet Tahrîr el-Şam didomin. Di operasyona de eskerên rejîmê Sûriye û eskerên Tirk hatin hemberî hev û 7 jê esker 8 kesan jiyana xwe ji dest dabûn.  Rageşiya di navbera Tirkiye, Sûriye û Rûsya de didome. Şerê li Idlibê jî didome. Rêveberiya Xweser a Rojhilat û Bakurê Sûriyeyê ji nêzîk ve Idlibê dişopîne. Berpirsiyarê Têkiliyên Derve yê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salîh Muslîm, geşedanên dawî ji Ajansa me ya Mezopotamya (MA) re nirxand.    Muslîm, diyar kir ku qeyrana li herêmê dê bêtir kûr û sor bibe û wiha got: "Qeyrana li Sûriyeyê derket holê ji xwe ber derneket holê. Gel li dijî rejîma despotîk, ket nava lêgerîna azadî û wekheviyê. Pêvajo piştre hat guhertin. Hêzên derve, çek xist destê hin komên biçûk û li dijî eniyên din sor kirin. Li ser berberî û komên biçûk plan xistin meriyetê. Rejîma li dijî vê planê hêj li cihê xwe radiweste."    'HER KESEK XWEDÎ PLANEK E'   Muslîm, anî ziman ku li dijî Idlibê her hêzek hesab û planek wan heye û wiha berdewam kir: "Hem Tirkiye, hem DYA û hem jî hêzên din li ser hesab û planan nêzî Sûriyeyê bûn. Di serî de Rûsya tune bû. Piştî peymana 2015’an Rûsya jî tev li vê planê bû. 4 sal piştî qeyranê Rûsya ket nava planê. Tirkiye jî di nava planê de tune bû. Lê çek, pere, lojistik, şervan û perwerdehî di ser Tirkiyeyê re pêk dihat. Tirkiye li gorî plana Misak-î Mîllî tev digeriya. Li gorî vê yekê DAÎŞ ava kirin û şandin qadê. Piştî DAIŞ bi ser neket neçar ma ew bi xwe ketin qadê. Ketin Efrînê, Serêkaniyê û Girê Spî. Li hemberî Gutayê Efrîn xwestin. Piştre rewşa Hebeb û Şehbayê heye. Herî dawî Gîre Spî û Serêkanîyê dagir kirin."     'LI IDLIBÊ XETIMÎN'   Muslîm, da zanîn ku piştî qeyrana Idlibê dest pê kir, hevdîtinên Astanayê dest pê kir û wiha axivî: "Di 2 civînên ewil ên Astana de em jî hebûn. Lê di civînên din de cih nedan me. Piştre di nava xwe de planên cuda çêkirin. Me fam kir ku ev taktîk e. Xwestin komên çekdar li vir bi cih bikin. Niha ev pêvajo pêş dikeve. Ji Uygur, Kaide û gelek welatên cîhanê anîn li vir kom kirin. Digotin 'Tirkiye dê sozên xwe pêk bîne' Lê Tirkiye sozên xwe pêk neanîn."    IDLIB DÊ BÊTIR KÛR BIBE'   Muslîm, destnîşan kir ku ji ber Tirkiye sozên xwe pêk neanîn plan hatin guhertin û wiha lê zêde kir: "Rêyên M5 û M4  hene. Êdî ji tamê derketiye. Bi taybetî rêya M4 li Lazkiyeyê di nava çiyê re derbas dibe. Heta niha rewşa wan çiyan zelal nekirin. Komên çekdar ên El Kaide, Çeçen, Uygur û yên biyanî tev li vir kom bûne. Li vir şerê gerilla pêş dixin. Ev rewş wê bidome. Tibe ku Tirkiye ji wan qut bikin û wan bê çek bihêlin. Hêj qeyran dest pê nekiriye. Xuya ye ku ev qeyran dê bidome û kûr bibe. Niha şer li deştê didome. Hêj şer derbasî aliyê çiyê nebûye. Ne rejîma Sûriye û ne jî rejîma Rûsya nikare wan komên li çiyê bi cih bûne xelas bike. Tirkiye jî nikare wan tune bike. Yên ku çek dan wan Tirkiye bû. Tirkiye ditirse bi ser wan de here. Qad û mijara êdî Tirkiye û Rûsya li ser li hev bikin tune. Rûsya israr dike ku Tirkiye sozên xwe yên di 14'emîn civîna Astana de pêk bîne. Lê Tirkiye jî vê soza xwe pêk nîne. Ji ber vê yekê hevdîtinên wan bê encam dimîne."     POLÎTÎKAYÊN BINGEHÎN LI DIJÎ KURDAN IN   Muslîm, anî ziman ku xeyalên Tirkiye yên Helep, Şam û Mizgefta  Emevî yek bi yek bi avê de çû û wiha berdewam kir: "Niha polîtîkaya wê ya bingehîn li ser tunekirina Kurdan e. Dibêje 'Ez dê çawa Kurdan tune bikim' Êrîşên li dijî Efrîn,  Girê Spî û Serêkanîyê encama vê ferasetan e. Ev şer encama van polîtîkan e. Tirkiye ji ber berxwedana Kurdan û tifaqa ku Kurdan di nava gelan de ava kiriye bêzar e. Tirkiye her dem bi polîtîkaya taqasê tev digere. Tirkiye 2 salin ketine Efrînê, lê hêj li wir ne rehet e. Lê gelê wir sibê êvarî li wir in. Her dem bi heviya ku li welat û axa xwe vegerin dijîn. Dibe ku Tirkiye ji her tiştê xwe bibe. Hem wê ji Idlibê û hem jî ji Libyayê bibe.    ‘POLÎTÎKAYA ŞANTAJÊ BI DAWÎ BÛ'    Muslîm, bibîr xist ku polîtîkaya ku Tirkiye wekî şantaj li dijî Ewropa, DYA û Rûsya dixist meriyetê wê wekî encamek xerab li wê vegere û wiha pêde çû: "Dê ketina Tirkiyeyê pir xerab be. Diçe ji NATO re dibêje ‘YPG û QSD’ê wekî terorîst îlan bike'. Bersîv jî 'Her tişt li gorî tu dixwaze pêş nakeve' ye. Dawiya dawî neçar man ku ji Rûsyayê fuzeyên S-400 krîn. Niha jî heman polîtîkayê dixwaze li gel Rûsya bimeşîne. Ev yek heta dawî wisa naçe. Hem bi NATO re û hem jî bi Rusya re nameşe. Niha xetimiye. Divê Tirkiye tawîz bide. Di nava wan de gelek peymanên siyasî, eskerî û bazirganî hene. Projeay xazê heye. Peymana turizm, bazirganiya S-400 heye. Ger ku Tirkiye dixwaze xwe nêzî NATO bike wê demê divê tawîzan bide. Vê carê Rusya dê canê Tirkiye biêşîne. Rusya ne YPG û ne jî PKK’ê terokîst dibîne. Ji ber vê yekê Tirkiye nikare zû bi zû dest ji Rûsya berde. Ger ku dest jê berde dê bedelê giran bide. Dîsa di meseleya NATO de jî herî zêde Tirkiye dixwaze NATO bê guhertin. 50 salin bi çekên NATO li dijî Kurdan şer dike. Bi xêra NATO li lerêmê bû xwedi hêz. Ji ber vê yekê Tirkiye naxwaze ji NATO derkeve. Tirkiye mohtacê NATO ye. Divê Tirkiye êdî tawîzan bide. Şensê wê tune ye. Êdî dema hesab dayînê hatiye. Dîsa rojeva Tirkiye ya bingehîn Kurd in. Kurdên çar perçeyan e.      Muslîm bal kişand ser Kongreya Kahireyê jî wiha axivî: “Niha ji bo Komîteya Diyalogê 35 kes hatine hilbijartin. Li gorî xwe endam hilbijartine. Di vê civînê de hin mase hene. Maseya Kahire, Maseya Riyad ango Masya Moskovayê.  Dîsa ji xeynî wê komên çekdar jî hene. Dixwazin me jî tevlê bikin. Meseleya me 'Em nabêjin bila her tişt di rojekê de çareser bibe' Em dixwazin di milê siyasî û diplomatik de muxatab bên girtin. Ya herî girîng jî em dixwazin Rêveberiya Ozerk bê nasîn. An jî di lîsteya 150 kesan de 4 kes beşdar bibin zêde tiştekî nade guhertin."    ‘DERIYÊ ME VEKIRÎ YE, EM DIKARIN NANÊ XWE PARVE BIKIN   Muslîm, herî dawî diyar kir ku ji şerê Idlibê herî zêde gel zerarê dibîne û wiha bi dawî kir: "Deriyê me li gelê Idlibê vekirî ye. Bêyî em piştgiryê ji kesên din bigirin em deriyê xwe vedikin. Seknek me heye. Em dibêjin kijan Sûriyeyî ger ku ne ji bo mirinê hatibe, em dikarin nan û ava xwe parve bikin. Ger ku ji bo me qetil bikin nehatibin em dikarin wan qebûl bikin."    MA / Nazim Daştan