Ji Komeleya Jeomorfolojiyê rapora aşûtê: Divê li heremên xeternak gêdûk bên çêkirin 2020-02-10 12:00:39 WAN - Komeleya Jeomorfolojiyê, têkildarî Aşûta li navçeya Miksê raporek amade kir. Di raporê de hat diyarkirin ku herêma ku aşût lê çêbûye dikeve qategoriya erdê asê û ji bo pêşî li bobelatên bi vî rengî bê girtin divê li herêmê gêdûk bên çêkirin.    Komeleya Jeomorfolojiyê, têkildarî Aşûta ku di navbera 4-5'ê Sibatê de li navçeya Miksê ya Wanê çêbû û heta niha 41 kesan jiyana xwe ji dest da û 84 kes birîndar bûn, raporek amade kir. Di raporê de bi awaeykî berfireh qala cih û sedemên aşûtê hatiye kirin û  hatiye diyarkirin ku herêma ku aşût lê çêbûye dikeve qategoriya erdê asê. Di raporê de hatiye destnîşankirin ku tevdîrên ku bên girtin dikarin encamên giran ên aşûtê kêm bikin û hat xwestin ku ji bo careke din bobelatên bi vî rengî pêk neyên, li herêma Derbasoka Karebetê ku aşût lê pêk hatiye, divê gêdûk bên çêkirin.